
ARJÎN DÎLEK ONCEL MA / RIHA
Dozgerê dewleta dagirker a Tirk îdîanameya der barê Îsa Kurtay de ku li Rihayê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê dadgehkirin, amade kir. Dozger gotin û helbestên Jose Mujica, Aziz Nesin, Cemal Sureyya, Yilmaz Guney, Che Guevara, Ahmet Arif, Ataol Behramoglu, Adnan Yucel û Can Yucel wekî zimanê rêxistinê hesiband. Ji bo Alfebeya Kurdî jî got, “Dibe ku di demên pêş de bibe tabloya kodên çalakiyan.”
Îdianameya der barê Îsa Kûrtay ê 30 salî de ku ji 10’ê Tîrmehê heta niha di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ye, gotin û ristên helbestkar, siyasetvan û wezîrên dewletê wek sûc hesibandin. Di 16’ê Cotmehê de di rûniştina duyemîn a doza Kûrtay de biryara dewama girtina Kûrtay hat dayîn. Parêzer Hasan Kiliç, dest nîşan kir ku wek delîl tenê helbest hatine nişandan û ji ber vê, bi mehan e muwekîlê wî girtî ye.
Kiliç, diyar kir ku delîlên di îdianameyê de hatine bicihkirin pirr komîk in û bi bîr xist ku gotina serokdewletê berê yê Uruguayê José Mujica a weke “Ji bo her kesê ji bo azadiyê şer dike dibêjin terorîst” a di telefona Kûrtay de, delîl hatiye hesibandin.
Rist û helbest jî sûc in
Kiliç anî ziman ku rista “Me ji bo tiştên ku em ê nebînin şer kir, ji ber vê ye şerê me bûye helbest” a Azîz Nesîn û rista “Roja ku azadî bê, wê rojê mirin qedexe ye” ya Cemal Sureyya jî wek sûc hatiye hesibandin. Her wiha Kiliç anî ziman ku helbesteke Yilmaz Guney û gotina “Heke jina hûn jê hez dikin ji sosyalîzmê fêm neke, nexwe hûn jî ji jinê fêm nakin” a Che Guevara jî di nav delîlan de cih girtiye.
Kiliç da zanîn ku muwekîlê wî bi “endametiya rêxistinê” tê tawanbarkirin û her wiha wêneyê hunermend Ahmet Kaya yê nîşana serketinê kiriye, helbesta “Wêrekiya Vegir” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, helbesta “Evîn dukesî ye” ya Ataol Behramoglu, nivîsa bi Kurdî ya “Roja dayikan pîroz be”, “Ez ji te hez dikim”, helbestên Adnan Yucel, Ahmed Arîf û Can Yucel wek delîl di dosyeyê de hatine bicihkirin.
Alfabeya Kurdî sîleh e ji bo dewleta Tirk
Kiliç, diyar kir ku dadgehê wêne û helbest wek delîlên “endametiya rêxistinê” nîşan dane û ji bo vê yekê di navbera 7-15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Kiliç, dest nîşan kir ku ji bilî van delîlan heyeta dadgehê delîleke din jî berpêş kiriye û got: “Ew jî alfabeya Kurdî ye.” Kiliç, got ku di îdianameyê de alfafbeya Kurdî weke “koda çalakiyê ya rêxistinê” hatiye diyarkirin. Kiliç, dest nîşan kir ku bi van dadgehkirinan, êdî ti baweriya mirovan bi edaletê nemaye û li Tirkiyeyê huqûq nayê sepandin, hatiye hilawistin.