Beriya çendekê nûçeya kurekî Hindî belav bû ku doktoran 526 diran ji arguşkên wî derxistin. Ecêba mezin ne derxistina van diranan ji devî wî kurî ye, lê ka ew diran çawa di argûşkên kurekî de çêbûn.
Kurê hanê 7 salî bûye û ji herêma Çenay a Hindistanê bû. Li gorî doktorên ev emeliyat kirî, muhtemel e ku radyasyona ji stûnên sînyalên telefonên destan bûbe sedema vê yekê. Lê gelek çik ji vê tên birin.
Diranîn zêde di tişteî mîna tûrikekî de li ser hestûyên argûşkê yê kurikî çêbûne. Mezinahiya wan di navbera 0,1 milîmetro û 15 milîmetroyan de diguherî û weke diranîn normal kirasê wan, koka wan û her tişta wan jî hebûye. Lê ev nexweşiyeke têra xwe belav tê qebûlkirin û navê wê jî heye “compound composite odontoma”. Ev tumoreke ku bi pirranî zû tê teşxîskirin û jêkirin beriya ku semptom bidin der. Lê tişteke yekane heye, 526 diranên zêde, ji hemû bûyerên din ên vê nexweşiyê bêhtir diranan nîşan dide. Li gorî pisporên lêkolînên kanserê yên li Emerîkayê, ji sînyalên telefonên destan bêhtir, dibe ku çirûskên ji xemrî wê de (ultraviolet) bûbin sedema vê nexweşiyê.
DELHIYA NÛ