Welatê me Kurdistan welatekî bi xêr û bêr e. Di nava çar dewletên qewmperest de hatiye parçekirin. Bi kêmanî sedsalek e, ji ber vî cihê lê ye, li ser şer û ceng e. Di dîrokê de jî bi vî rengî bû. Hêzên mezin hatine di vir re derbas bûne, li terş û talanê êl û eşîrên Kurdan dane. Belkî çiyayên me û têkoşeriya me ya Kurdan nebûya, wê ewqas sedsal mana Kurdan zehmet bûya. Îca mirov ewqasî êriş, kuştin, talan û malwêraniyê bibîne, zimanê wî jî li gorî wê ye. Mirov ê biqehire carna li ber Xwedê rabe û belkî carna nikaribe li ber wî rabe, li şûna wî berê xwe bide felekê û heta sibê ya di dilê xwe de bi kilaman bibêje.

   

Erê, niha halîhazir li ber çavan, çar qirker û dijminên me Kurdan hene, lê dewleta Tirk di nava wan de yê herî zêde li pêş e, û xwe digijgijîne. Ji her alî ve êriş dike. Li Bakur, li Rojava û li Başûr êriş dike. Herî dawî 8 zarokên me li Til Refatê bi topan kuştin, çawa ku li Roboskiyê zarokên me bi balafiran kuştibûn. Dijminekî wisa xirab e, nav nîne mirov lê bike. Li dinyayê gelek civakan dijminatiya hev kirine, lê tim rêzik û pîvanek di vê dijminatiyê de hebû. Lê herçî dewleta Tirk e, ti rêzik û pîvan, sînorê wê tineye. Ji ber vê jî ez gelek caran dibêjim, em Kurd di warê dijminan de bê şens in. Dijminê xelkê kalîteyeke xwe heye. Ji dijminên wisa mirov dikare sûdê wergire. Ev bêkalîtetiya dijmin bandorê li Kurdan jî dike û mixabin beşekî Kurdan jî dike netiştek.

Dema Kurd li welatê xwe li ser sînorên dijminan danîne bazirganiyê dikin, navê vê dibe qaçax û hema bêje her roj Kurdek li ser van sînoran tê kuştin. Ma li kîjan devera dinyayê ev hatiye dîtin. Kurd li ber sêdaran, Kurd li zindanan, Kurd di nava narkotîkê de, Kurd li bazaran tê firotin, Kurd ew kes e, li erdê dirêjkirî di nava komeke kuştî de weke yek ji 8 zarokên di himbêza diya xwe de razayî. Kurd ew xezal e, gur, hirç, çeqel û rovî lê hatine hev, li ser piçikîne.

Hûn dikarin bibêjin, te dilê me reş kir. Lê yeqîn bikin ku ev ji sedî yek e, serpilkî, seresere qal dikim. Ji sedî nodûneh me nekariya qala êş û azarên xwe, di heman demê de qala qehremanî û têkoşeriya xwe ya li beramberî vê zilmê bikin. Mixabin em di vî warî de gunehkar in. Ne çîroka Leylayê, ne ya Zîlanê, ne ya Egîd û ne jî ya Avestayê hatiye nivîsîn. Berevajî, çend kurtêlxur û kesên di kewaran de bi qaşo wêjevaniya xwe nirxên Kurdan xirab dikin.

Di vê sedsalê de êş û azarên me, pê re berxwedan û têkoşeriya Kurdan zêde dibe. Li cîhanê nav û dengekî Kurdan heye. Herî dawî jî li civîna NATO´yê dewleta Tirk a terorîst xwest kumê xwe bide serê Kurdan û navê Kurdan ê li dinyayê xweş tê hildan xira bike. Lê biqasî ji me eyan bû, di vê de bi ser neket. Lê dîsa xuya ye, ji bo Kurdan qir bike ti tişt namîne dike. Ha ji ber vê, min nexwest îro ez wisa bi temamî bi awayekî tenê aqilane rahêjim meselê û pê dakevim. Ji ber ku doza me Kurdan tenê bi aqil nameşe, para bêhtir bi can û dil e. Lê vê carê, em ê berê xwe nedin felekê, em ê ji firewn û nemrûdên demê netirsin û vê zilma wan li rûyê wan bixin. Trumpê tiredîn serokê Emerîkayê be jî wê ev destbirakiya wî ya qirêj bi Erdoganê hêkhesinî re di ber de bimîne. Ez vê hem weke nifirikê dikim ku li bendê me biqebile, hem jî dibînim rewşa li Emerîkayê vê nîşan dide.

Kurd ji her demê zêdetir hişyar û bi tifaq in. Yekîtiya di nava gelê Kurd de li ber kemalê ye. Ha ji ber vê jî êriş zêde dibin, pê re êş û azar jî pir dibin. Lê pê re pê re di hevsengiya herêmê û cîhanê de cihekî Kurdan jî çêdibe. Em ji bîr nekin, ev hemû bi saya berxwedan û têkoşîna Kurdan e.