Ji aliyekî din ve parlementoya Yekitiya Ereban ji Yekitiyê xwest ku heyeta çavdêran ji Sûriyeyê vekişîne û li gorî parlementoyê ew heyet dibe wekî perdeyekê ku kiryarên hovane ên hêzên dewleta Sûriyeyê vedişêrin.
Serokê parlementoya yekitiya erebî ku ji 88 endaman pêk tê bang li welatên endam kir ku heyeta çavdêran ji Sûriyeyê vekişînin ji ber ku rejîma Sûriyeyê navber nedaye kuştina sivîlan û di vê riya xwe ya tercîha tundî û kuştinê de berdewam dike.
Serokê parlementoyê Erebî Salim Deqbasî da xuyakirin ku hatina heyeta çavdêran rê li ber kuştina sivîlan negirt lewre jî ev yek dibe sedema nerazîbûna gelê ereb ji karê şandiyeên çavdêriyê û ti wate ji şandina wan re namîne.
Wekî tê znîn niha 60 çavdêrên Yekitiya Ereban li Sûriyeyê ne da ku bişopînin ka rejîma Beşar Esad sozên xwe pêk tîne an na. piştî demekê ji karê vê heyetê wiha tê xuyakirin ku ew heyet dê nikaribe karê xwe bir êk û pêk bike û gelek sedemê ku nahêlin ev heyet serkeftî be hene. Di serî de ev heyet ne xwedî tecrûbeye û di vî karî de nû ye, ya duyem jî ji destpêka şandina vê heyetê de baweriya muxalifan pê nayê ji berk u serokê vê şandeyê yekî bi kirina sûcên şer tê tewambarkirin. Ya sêyem jî ne baweriya alîgirên rejîmê ne jî ya dijberên rejîmê bi vê heyetê tê.
Sûriyeyê Balyozxaneya xwe ya Dîlokê girt
Sûriyeyê meha borî faliyetê xwe yên li Dîlokê sekinandibûn, vê care bi giştî Balyozxaneya xwe ya Dîlokê girt. Di demjimêrên serê sibehê de alavên Balyozxaneyê ji aliyê erkdarên fîrmayek ya veguhestinê ve li 2 kamyona hatin barkirin. Hat ragihandin ku, alav birine balyozxaneya li Stenbolê.
Sûriyeyê piştî ku têkiliyên wan yên di navbera Tirkiyeyê de xirapbûn, di meha Kanûnê de faliyetên xwe yên balyozxaneyê rawestandibûn. Karûbarên li vê derê dihatin kirin, dewrî Balyozxaneya li Stenbolê kiribûn.
ŞAM/DÎLOK