Sebastian Meyer wênegirekî rojnamevaniyê yê hoste ye. Ji sala 2008´an ve jî li Başûrê Kurdistanê berê kameraya xwe dide bûyer, xelk û civakê. Weke encama qederê deh salan (2008-2017) wênegiriya xwe ya li Kurdistanê, wî niha kitêbeke wêneyan derxist. Wî navê “Under Every Yard of Sky” (Di bin her bosta ezmên de) li kitêba xwe kir. Di kitêbê de wî ceribandin û wêne berhev kirine. Di vê kitêbê de ew serpêhatiya xwe ya gelekî şexsî dibêje, li herêmeke di nava arîşeyên siyasî, çandî û nasnameyî de.
Kitêb ji Redhook Editionê derçûye, 170 rûpel e û li Herêma Kurdistanê jî Pirtûkfiroş Peyk wê beav dike.
NEW YORK