EMÎNA EL-ELÎ

ANHA/REQA

Li Reqayê di xebatên rakirina bermahiyan de hezar û 500 pirtûkên derbarê bijîşkiyê de yên bi qîmet hatin dîtin.

Komîteya Çand û Huner a bajarê Reqayê hezar û 500 pirtûkên li navenda sendîkaya Endiziyaran a berê ku li nêzî nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê ye, dîtin. Pirtûkên ji bin bermahiyan hatin derxistin, derbarê bijîşkiya mirovan de ne.

Endamên komîteyê destnîşan kirin ku pirtûkên hatine dîtin pirr bi nirixin û buhayê her pirtûkekê qederê 100 hezar lîreyên Sûriyê ye. Hate gotin ku pirraniya pirtûkan bi zimanên Fransî û Ingilîzî ne.

Komîteyê pirtûk birin navenda Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Sivîl a Reqayê da ku li wir parastina wan bike û di salên pêş de sûd ji wan pirtûkan were girtin. Endamê Komîteya Çand û Huner, Ebdulah El-Xelef derbarê mijarê de got, ew xebatên xwe yên lêgerînê didomînin û wiha peyivî: “Em hîn di bin bermahiyên dibistan û navendên çandê de li berheman digerin.”