Di Navenda Şêwirmendiya Malbat a Xwedîkirin, Rehabîlîtasyon a Jiyana Neastengdar a Êlihê ku girêdayî Miduriyeta Xîzmetên Civakiya Bajêr a Walîtiya Êlihê de, derket holê ku skandalekî tacîz û tecawizê pêk hatiye. Di navenda ku nêzî gundê Tilmêrcê ye, 20 roj berê jinek ciwan a ji mejiyê xwe astengdar e ku di navendê de perwerdehî didît rastî tecawizê hatiye, dîsa jinek ciwan jî rastî tacîzê hatiye. Jina ciwan a bi navê Y.B. (19) li gor îddîayan rastî tecawiza peywirdarê saziyê ku bavê du zarokan e, hatiye. Hate zanîn ku Y.B. vî rewşê bi peywirdarên saziyê re parve dike û bûyer derdikeve holê.

'Jinek din jî tacîz kirin e'
Hate ragihandin ku piştî agahiyê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarî bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin. Di lêpirsînê de hate îdîakirin ku jinekê ciwan a bi navê G.E. (18) jî rastî tacîza zayendî hatiye. Li ser bûyerê peywirdarê saziyê S.Y. bi angaşta têkildarî bûyerê ye, hate binçavkirin û piştî îfadeya li hemberî dadgeh da, hate girtin û wî şandin Girtîgeha Êlihê ya TÎpa M'yê. Hate zanîn ku kesê S.Y. di îfadeya xwe de îdiayan qebul nekiriye. Piştî bûyer ji aliyê dozgeriyê ve hate lêpirsîn, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Êlihê ku ji 7 kesî pêk tên, dest bi lêkolîna bûyerê kirin û di vê çarçoveyê de agahî dan Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê. Di agahîdayînê de her wiha ji wezaretê hate xwestin ku derbarî bûyerê de mufetîşan were peywirdarkirin û mufetîşan ligel civaknas û psîkologên serbixwe lêkolînê bikin. 

ERDOGAN ALTAN - DÎHA/ÊLIH