Welatiyan, anîn ziman ku li seranserî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê bi hezaran leşker bi cih kirine û her tim gefan li wan dixwin. Serokê BDP'a Rûbarokê Hamît Ozmet, anî ziman ku leşker her roj guleyên hawan û topan davêjin çiyê û gundi di bin siya çekên leşkeriyê de dijîn.
Li herêmê di hefteyên dawî de her ku diçe operasyonên leşkerî zêde dibin. Bi operasyonên leşkerî re pevçûn, birîndan û kuştin jî zêde dibe. Ji ber ku her roj leşker sewqî herêma sînor tên kirin welatiyên li gundên sînor dijîn jî jiyana wan di bin talûkeyê de ye. Bi taybetî li gundên seranserî sînor ên wekî Rûbarok, Navberojan û gundên derdordê her roj di bin siya top û guleyên hawanê de dijîn. Welatiyên gundê Navberojan ku 3 hezar nifûsa wê û 250 xaniyê wê hene û 7 mezrikên girêdayî Navberojan, diyar kirin ku 24 saetan di bin siya operasyon û çekan de dijîn û ewlehiya wan tune.

Zextên qereqolan 

Welatiyên gundê Navberojan anîn ziman ku leşkerê qereqolê li nava gund jî nasnameya welatiyan diripse. Welatiyan da zanîn ku bi sedan leşker di nava gund de hatine biçih kirin û bi hinceta "ewlehiyê daristanan jê dikin û xwezayê wêran dikin. Serokê BDP'a Rûbarokê Hamît Ozmet, anî ziman ku leşker her roj guleyên hawan û topan davêjin çiyê û gundi di bin siya çekên leşkeriyê de dijîn. Ozmet, anî ziman ku ew li herêma pevçûnê dijîn û bi şev û roj guleyên top û hawanê tên avêtin. Ozmet, da zanîn ku ew nikarin ji gund derkevin û ji ber zozan û mêrg li wan tê qedexekirin welatiyan hemû selawên xwe firotine û êdî hemû çavkaniyên wan ên debar û jiyanê ji destê wan tê girtin.

DÎHA /COLEMÊRG