CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE
Di çarçoveya lêgerîna ekîba arkeolojiyê ya Elman de hinek berhemên dîrokî û hestiyên hinek mirovan li girê Bekrawa yê li Helebceyê hatin dîtin. Serokê Ekîbê dibêje, ev şuneware girîngiyeke xwe ya taybet heye û ew dixwazin zêdetir lêbikolin. Ekîbeke Zanîngeha Heidelberg ya Elman, ev çend sal in li girê dîrokî Bekrawa yê Helebceyê li şunewarên dîrokî dikolin. Piştî çar qonaxên lêgerînê, gelek berhemên dîrokî hatine dîtin. Koma kolan û lêkolînê niha di qonaxa pêncemîn a lêkolînê de ye. Di vê qonaxê de jî gelek berhemên din ên dîrokî ji niha ve dîtine.
Yek ji cihên herô girîng ên dîrokî
Têkildarî mijarê, Serokê Ekîba Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heidelbergê ya Elman Profesor Peter A. Miglus got, “Piştî ku me biryara lêkolîna cihên dîrokî li Herêma Kurdistanê da, me girê Bekrawa li Helebce hilbijart. Piştî derbaskirina çar qonaxan di karê xwe de, me gelek berhemên dîrokî dîtin. Dîroka wan jî heta 5 hezar salan beriya niha diçe. Ev cih di gelek serdemên dîrokê de cihê nîştecihbûnê bûye.”
Peter A. Miglus wekî din got, “Girê dîrokî yê Bekrawa yek ji cihê herî kevin û girîng ê Helebce, Şarezûr û Herêma Kurdistanê ye. Li gorî belgeyan, jiyan û niştecîbûna mirovan a li vî cihî heta serdema Gotî, Lolo û Sumeriyan diçe. Ew berhemên ku me dîtine jî, cerik, mucewher, hestî û goristanên gelek mirov û cihên niştecîhbûnê bûn.”
17 kes ji bo Bekrawa
Prof. Peter A. Miglus di nava gotinên xwe de mixabina xwe bi kolanên qaçax û nesayî jî anî û got, “Mixabin ji ber girîngî nedayîna cîhên dîrokî, gelek caran ji aliyê hinek kesan ve bi awayê ne yasayî, berhemên dîrokî ji van cihan birinr û firoştine. Ji ber wê, em van cihên dîrokî bi girîngiyeke zêde lêdokolin û heta dawiya karê xwe jî û ji bo berhemên belgenameyan bibînin, em ê li vir bîminîn.”
Serokê Ekîba Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heidelberg ya li Elmanyayê, Prof. Dr. Peter A. Miglus axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ekîba me ji 16 xwendekarên masterê û doktorayê pêk hatiye. Ez bi xwe jî weke profesor serpereştiya ekîbê dikim. Em li girê Bekrawa li ser pênc koman belav bûne, her komek ji me jî li cihekî cûda yê gir karê xwe dike.”
Helebce çaverêyî muzexaneyê ye
Têkildarî heman mijarê Rêveberê Şunewarên Helebce Karwan Îsmaîl jî got, “Piştî ku ekîba Elman qonaxa çarê ya karê xwe qedand, dîsa vegeriya girê Bekrawa û di 16’ê Tebaxê de dest bi qonaxa pêncemîn kir. Tê payîn ku ev qonax qederê du mehan dewam bike.”
Karwan Îsmaîl îşaret pê kir ku hîna qonaxên din jî li pêşiya koma Elman hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo karê ekîba Elmanî, piştî vê qonaxê du qonaxên din dimînin. Di dawiyê de ji bo kişandina geştyaran û nasandina vî cihê dîrokî berhemên hatine dîtin, her wiha berfirehiya karê ekîba Elman wê bi tabloyeke mezin were hilawistin. Em li bendêne ku piştî temambûna hemû karan, rêveberiya me ya ku hatî damezrandin, muzeyekê veke. Da ku hemû berhemên dîrokî yên Helebce tê de biparêzin.”
Girê dîrokî yê Bekrawa sê kilometreyan dûrî Helebce ye, yek ji cihên dîrokî yê herî kevin ên Şarezûr û Kurdistanê ye. Li gorî lêkolînên hatine kirin, dîroka wê herî kêm heta 5 hezar salan beriya niha diçe. Berî niha jî gelek caran ji aliyê arkeologên Iraq û welatên biyanî ve gelek berhem û cihên dîrokî di gir de hatine dîtin û niha jî lêkolîna li ser gir dewam dike.