Di çîrokê de heps bi ser ketin

Haberleri —

Egîtîm Sen’a Amedê encamên 11’emîn pêşbirka Çîrokan a Abdullah Dûran li 2’emîn Şaxa Egitim Sen’ê ya Amedê eşkere kir.

Egîtîm Sen’ê li vir bi civîna çapemeniyê encam bi raya giştî dan zanîn. Endamê Komisyona Pêşbirkê Îsmaîl Dîndar encama pêşbirkê eşkere kir. Dîndar diyar kir ku wan ev pêşbirka Çîrokan a 11’emîn a li ser navê zarokên ku sala 2006’an di bûyerên li Amedê de jiyana xwe ji dest dayî, li dar dixin û got: “Ji bo vê pêşbirkê 13 kesan bi çîrokên Tirkî, 10 kesan bi çîrokên Kurmancî, 5 kesan bi yên Kirmanckî miracaet kiriye.

Sergo bû yekemîn

Lijneya nirxandinê ya Kurdî, Mîhdî Perînçek, Mehmet Çakmak, Îsmaîl Dîndar, Ferzan Şêr û Mem Bawer jî ji beşa Kurmancî û Kirmanckî ev çîrok hilbijartin:

Ji bo rêza yekemîn, Ji Hepsa Kiriklarê Abdullah Gunay bi çiroka ´Sergo´; ji bo rêza duyemîn ji Amedê Zeynep Parilti bi çîroka ´Dînoke´; ji bo rêza seyemîn jî ji Hepsa Boluyê, Lokman Laçîn bi çîroka ´Herikîna Rûbaran´ hêjayî xelatê dîtin.

Lijneyê ji Hepsa Kiriklarê Muslum Saritaş bi çîroka ´Nesîb´ Sabahat Demîr bi çîroka ´Ta û Ba´, Seyitxan Yaşat jî bi çîroka ´Çirûskek û Dengek´ hêjayî xelata mansiyonê dît.”

Kirmanckî bi masiyonê hat xelatkirin

Dîndar diyar kir ku di beşa Kirmanckî de tenê pênç çîrok gihiştin ber destê wan, û her pênc çîrok jî bi mansiyonê hatine xelat kirin.

Çîrokên bi mansiyonê hatî xelat kirin ev in: ‘Her Kuçe Vejiyano Qijekiyê” ya Îdrîs Yazar, “ Boranî û Şahmaran” a Sevîm Sari, “ Mobese” ya Evdile Kasan, “Ramayîş” a Hacer Petekkaya, “ Payîz” a ‘Mujdat Gîzlîgol.

Pêşbirka çîrokan a aAbdullah Dûran a sendîkaya me li dar dixe wê di pevajoya peşiya me jî berdewam bike. Em ê di kesayeta wan zarokên ku hatin kuştin xebatên wejêyî bidomînin.”

Ji bo encamên di beşa Tirkî de jî Dîndar wiha peyivî: “Lijneya nirxandinê ya Tirkî Ayşegul Tozeren, Aydin Alp, Mehmet Yilmaz, Yavuz Ekîncî, Mûrat Ozyaşar, piştî nirxandinê ev çîrok hilbijartin:

Ji bo rêza yekemîn; Erkan Şemîn ji Karabaglar a Îzmîrê bi çîroka ´Cûmartesî´, ji bo rêza duyemîn, Tayfun Ak bi çîroka ´Oyku Dedîgîn´, ji bo rêza sêyemîn, Denîz Farûk Zeren bi çîroka ´Oyun Kurdu´ hêjayî xelatê hatin dîtin.”

Merasima Xelata 11’emîn Pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran wê li 1’emîn Şaxa Egitim Sen’ê ya Amedê di 11’ê Gulanê de pêk bê. Emê piştî xelatê gotubêja “Pişaftin, Wêje û Ziman” li dar bixin.

 

AMED

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.