
Hewldanên hikûmeta Fransayê û dewleta Tirk a bêencam hiştina doza tevkujiya Fransayê ji aliyê Kurdan ve bê navber tên şermezar kirin û bi israr daxwaza ronîkirina tevkujiyên tiînin ziman. Ji bo hewldanên nixumandina doza komkujiya Parîsê şermezar bikin, Kurdistanî bi pêşengiya jinên Kurd li gelek welatên Ewropayê daketin qadan.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo komkujiya Parîsê şermezar bikin û balê bikişînin ser doza komkujiyê, Kurdistaniyan mîtîngek lidar xistin. Girseya gel bi vê armancê li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Fransayê li hev civiyan. Li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, bi mirina bi guman a tetîkkêş Omer Guney re dewleta Fransayê wê nikaribe xwe ji berpirsyariya vê dozê rizgar bike. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin”, “Em edaletê dixwazin” hatin qîrîn. Her wiha hat ragihandin, ku wê di rojên pêş de jî çalakî bên lidarxistin.
HAMBÛRG: Hewldanê ji bo nixumandina komkujiya Parîsê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de, ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin, hat ragihandin ku bi kuştina kujer Omer Guney re hewl hatiye dayîn, doz bê nixumandin. Rojnamevana Elman û parêzvana mafên mirovan Annet Bender jî li mîtîngê axivî û anî ziman, Sakîne Cansiz û hevalên wê, ji ber lêgerîna xwe ya li edaletê hatine kuştin. Bender destnîşan kir, ku bedenên van her sê şoreşgeran ne di nava wan de bin jî, nêrîn û pratîka wan wê her tim rêberê wan bin.
FRANKFÛRT: Li Frankfûrtê jinan li pêşiya Sefaretxaneya Elmanyayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsên mîna Nûjîn, Sara û Amara ve hepar hate lidarxistin, KJAR’ê jî piştgirî kir. Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” ve bi dawî bû.
KOPENHAGEN: Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê mîtîngek lidar xist. Hevseroka Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê Zaxê Dogan axifî û got piştî mirina bi gumanbarî ya tetîkkêş, dibe ku doz bê betalkirin, lê belê weke mirovên Kurd ew ê dest ji vê dozê bernedin.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistaniyên ku li pêşiya Sefaretxaneya Fransa kom bûn, qetlîam û nixûmandina dosyaya qetlîamê protesto kirin. Di çalakiyê de ku posterên Cansiz, Dogan û Şayleme li gel alên TJK-E’yê hatin bilidkirin, dirûşmên “Qatil Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin.
TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûsê yê li Başûrê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevî Kolektîfa Piştgiriya Gelê Kurd bi heman armancê meşek organîze kir.
Meşê danê êvarê ji Meydana Capîtol a li navenda bajêr dest pê kir û gelek belavok li ser armanca çalakiyê hatin belavkirin.
Girseya gel piştî gera li nava bajêr, li Meydana Capîtol vegeriya û li vir daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke jinên Kurd ên li Toûloûse dijîn, heta ku ev komkujî bê ronîkirin, em ê bi daxwaza edaletê her li meydanan bin.
MONTEPEILER: Li bajarê Montepellîer ê Fransayê ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê li pêşiya Waltîiya Montepellîerê di pêşengtiya Tevgera Jinan de daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn Di dema daxuyaniyê de, belavokên ku bi zimanê Fransî hatibûn amadekirin hatin belavkirin, dosya jî pêşkêşî hinek saziyên Fransayê jî hate kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” ve bi dawî bû.
MÎLANO: Komek Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya ku li bajarê Mîlano ya Fransayê kom bûn, ji bo 3 jinên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên şehîdên Parîsê li ser û bi nivîsa “Bêdengiya we tê wateya hevkariyê” hate vekirin, dosyaya ku têkildarî ronîkirina qetlîamê ku hatibû amadekirin pêşkêşî rêveberên Sefaretxaneyê hate kirin.
Rêveberên Sefaretxaneya Fransa îdîa kirin ku ji ber ‘fermana ku ji aliyê navend ve hatiye girtin’ nikarin dosyayê bigirin.
Li ser vê yekê Kurdistaniyan, dosyaya ku amade kirî û wêneyên her 3 jinên şoreşger li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê ve daliqandin.
DEN HAAG: Li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Meclîsên Jinên Kurd ên Hollanda ve hate lidarxistin, daxwaz kirin ku qetlîam bê ronîkirin.
Di çalakiyê de pankara bi zimanê Fransî û Hollandayî ku bi nivîsa “Yên ku hewl didin qetlîamê bi nixûmînin, hevkarên sûc in” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanê Elmanî “Em Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û “Em edaletê dixwazin” hatin qîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN