48 hezar ji wan li bajarê Minbicê ku bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê pêk hatin. Ji kesên ku tevlî kampanyayê bûne, serokê Meclîsa Şoreşgerî yan Minbicê Mistefa Hac Abdela, endamên tabûra Elnesir ya girêdayî Togaya Eniya Kurdan, endamên tabûra Rayet Elheq ya girêdayî togaya Ehrar Elşam û dîdargeha Xwendekarên bê sînor.

Li bajarê Kobanê ku yekemîn bajar bû dest bi kampanyayê kir, 100 hezar imze hatin berhev kirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Partiay Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Komonîsta Sûrî, Partiya Demokrata  Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a demorat li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî, Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî kamaniyayê bûn. Li Cerablis 10 û Tilebyedê jî 10 hezar imze bi tevlîbûna hemû pêkateyan hatin berhevkirin.

Li Taxa Zorava civîn

Li taxa zorava ya şamê kampanya imzeyan bi civînekê bi beşdariya şêniyên taxê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hate destpêkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê,  peyamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiay Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûrî, Yekîtiya Star, Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûryê hatin xwendin.
Di peyaman de hate diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza gelê Kurd e, bi hemû beş rêxistin û partiyên xwe, her wiha bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriya Demokratîk ku rêberê  gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pêkiriye û ji dewleta tirk hate xwestin ku Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berde. Piştre ji bo destpêkirina kampanyayê sê navend, Kolana sereke, Rawestgeha Servîsan û Navenda Osman Sebrî hatin destnîşan kirin.

Komîte hatin avakirin
Li bajarê Dêrikê jî ji destpêkirina kampanya imzeyan girseya gel li navenda bajêr kom bû, kampanya imzeyan ji hêla hemû pêkhateyên bajêr, Kurd, Ereb û Suryaniyan bi xweşbînî hate pêşwazî kirin. Her wiha ji endamên Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Malbatên Şehîdan 6 komîteyên berhevkirina imzeyan hatin avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN




Li Amûdê kampanya didome

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, welatî bi girseyî tevlî kampanyê îmzeyan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpê kirin dibin. Welatî ji hemû pêkhateyên bajêr tevlî kampanyê bûn û îmzeyên xwe ji bo zadiya Ocalan avêtin. Hêjaye gotinê ku dayikên aşîtiyê bi xweîna xwe îmze kirin.
Li ser kampanya li Amûdê Endamê komîteya Amadekar Egîd Mihemed axivî û diyar kir ku welatî bi gerseyî berê xwe didin cihên ku hatine amadekirin û îmzeyên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan davêjin. Rojana hejmara welatiyên ku îmzeyên xwe davêjin zêde dibe. 

AMÛDÊ