Beşar Erebo yê ku di zaroktiya xwe de koçî Almanya kirî 17 salan ji dûrbûna welat, dema ku hîs dike pêwistiya welat bi ciwanên xwe heye, biryar dide û vedigere welat. Beşar niha tevlî Hêzên Asayîşê bûye û parastina welat dike.

Beşar Erebo (22) ji gundê Basofanê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ye. Dema ku Beşar di 5 saliya xwe de bû, dayîka wî çû ser dilovaniya xwe, bavê wî jî hemû mal û milkên xwe firot û tevî malbata xwe çû Almanyayê. Beşar û malbata xwe dema diçin Almanya rastî gelek xeteriyan tên. Beşar li Almanya hîs kir ku pêwîstiya welat bi ciwanên xwe heye ku wê biparêzin û ew jî ji welatê xwe dûre, ji ber vê yekê gelek teng dibû.

Piştî sal û nîvekê, Beşar li welatê xerîbiyê tehemul nekir, tevî hemû zor û zehmetiyan bi tena serê xwe vegeriya welatê xwe û tevlî Hêzên Asayîşê bû.

Beşar bang li malbata xwe û hemû kesên ku terka welatê xwe kirine kir û got, “Vegerin cih û warên xwe û xwedî li welatê xwe derkevin.”


 XALID HESEN / EFRÎN