Di dîroka Kurdistanê de herdem wek Rêberê Gelê Kurd dibêje, îxanet û berxwedan bihevre bûne. Yanî li aliyêkî berxwedan û li aliyê din îxaneta Kurdan. Di nav wê dîroka ku qehremantî û şoreşgerî hebuye û her car ku ser neketiye gelo tenê dujmin bûye sebeb  an faktorê din jî hene? Dîrok û rastyeke bi êş, carêke din xwe dubare dike. 

Di dîroka çend hezar salî de hin Kurd hene dixwazin dijminê wan bi ser bikevê lê Kurd biser nekeve. Ji ber ku çawê wan ê dîtinê ninê, ez wenagerin Enkîdo û wenagerim çenhezar sal berê. Tenê li rojên ku me bo xwe dîtiye em mêze bikin jî bes e. Wextê ku dane pêşiya tankên dagirker û anîn Hewlêrê, wextê ku dane pêşiya eskerê Tirk û anîn ser çiyayên Kurdistanê, wextê avêtin ser nexweşxaneya gerîlayên birîndar û hêna jî em nizanîn çarenusa wan çi ye, wextê ku şerê birakujî dest pê kirin li Başur,  wextê ku aşbetal kirin, wextê ku Qiyadê Mewqet li gel pasdarê rejîma Îranê beranberî hêzên Rojhilat şer kirin,  wextê ku Şengal firotin, wextê ku wextê ku…  Anha ku mêze dikîn di Kurdistanê de li gor rastyê tenê bi hêzbûnê dijmin nebû ku hemû serhildanên Kurdan bi ser neketin. Beşeke mezin ji wê çarenusa Kurd bi deste xiyanetkaran bûye.   

Di hatina DAIŞ’ê de hêzên bi nawê pêşmerge ku pêwîst bû Şengalê biparêzin, parastin li aliyekî berovajî wala kirin, yanî bi wataye rastî Şengal teslîmî DAIŞ’ê kirin. Niha ku gel pêşengê xwe dîtiye û dixwazê xwe îdare bike û di guhrtinê de çarenusa xwe diyar bike, neyarê Kurdan naxwazin û nahêlin. 

Ev şerê Kurdan nîne ku navê wê brakujî bê. Ev şer bi qazanc û daxwaziya dagirkera ye. Eger çav û guhêk nexwaze rastiyê bibînê, ew ji bo koletî û îxanetê çê bûye û durutyê dike. Her car pêş amadekarî ji bo şerêkî navxweyî PDK bi rêya medya û muçe xwarên xwe, li her parçeyê Kurdistanê dest bi şerê taybet dike. Pêşiya her şer ê di dîrokê de û ji bo rakirinê her şerî jî naw xwe de kar nake, diçe destûrê ji dagirkeran digre. Ya destûrê ji Îranê bu beriya niha jî ji dewleta Tirk û bi taybet AKP, sibe AKP û Erdogan  nebin, kesekî din peyda dikin ji xwe re. 

Şerê ragihandinî ji bo êrişî Şengalê bike di her derî de dest pê kir. Ji medyaya Erdogan bigre haya dengê Amerîka-VOA bi Farsî û dî medyaya xwe ya bi nav Kurdî ku ji pereya xelkê Başur hatine dizîn, bila bimînê. Ji bo ku raya giştî razî bike, ji bo revabûna şerê dijî Êzîdiyan û bi taybetî PKK, des bi propogendaya dijî Tevgera Azadyê bi rengê cudatir kir. Vê carê di bin navê qaşo ‘Tevgera Azadyê ketiye xeta Îranê’ dixwast êrişa li ser Kurdan mafdar û rewa nîşan bide. Edî Barzanî baş dizanê ku tevgera Kurd li ber serkeftinê ye, ji bo wê ne wî û ne erbabê wî Erdogan nikarin qebûl bikun û disa hevpeymana xwe ya xeta îxanetê û dagirkeriyê bihevre, bê şermane tînin ziman. 

Di aliyê din hin kesê  nanxwurên Barzanî ji bo razîkirina axayan xwe zêdetir nêzî dijmin dikin. Qaşo PKK ji xeta Kurdayetî derketiye û ew li gel Erdogan ketine xeta Kurdayetî! Gotinekek pêşiyan heye. Dibê ‘nokerekî me hebû, xulamêkî wî nokerî hebû‘. Yanî ew ku bo xwe boye xizmetkarê axa ji xwere jî noker yan xizmetçî girtiye. 

Şerê Şengal ne şenê Kurd bi Kurd re ye. Ev şer şerê Kurd û Erdogane. Ew şer bi xwasteka Erdogan û dagîrkerê Kurdistanê bi rê ve diçe. Lê Kurd wek amrazêk a wesîle bi kar tîne. Du ciwanên şoreşger ji bo ku şerê Kurd bi Kurd çênebê xwe diken mertal. Lê disa dîrok dubare bû, lê ev car teknîk karî bigeîjînê dunya ku em şerê Kurdan naxwazîn lê eger îxanet bê gerek di îro de em xelas bikîn. Ji ber ku her kes di dîroka 40 salî de beranber bi îxaneta navxweyî bi taybet di Başur de bê deng ma û lewma jî Kurd di vê rewşê de man. Bila êdî îxanet nebe sebebê bin ketinê şoreşa Kurd. Bila êdî nebe sebaba xwîn rijandina Kurd bi destê Kurd. Egerek îxanet dawî bînîn.