
Li Colemêrgê ku gelek deverên wê hatine qedexekirin, niha welatî dawiya hefteyê berê xwe didin Sûlava Horê ku yek ji wan cihên kêm e, hîna nehatiye neqedexekirin.
Li Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" bi dehan zozan û herêm hatine qedexekirin, welatî dawiya hefteyê berê xwe didin deverên neqedexekirî. Yek ji wan deveran jî Sûlava Horê ye. Sûlav, 15 kîlometreyan dûrî bajêr e û li ser rêya Colemêrg-Şirnexê ye. Mezin li Sûlava Horê bêhna xwe vedidin, zarok jî dikevin ava wê û xwe hênik dikin.
Yek ji kesên ku tevî malbata xwe hatiye sûlavê Mikail Timur e. Timur, anî ziman ku li bajêr gelek qadên xweşik hene, lê belê gelek jê hatine qedexekirin. Timur wiha got: "Nava heftê em dixebitin. Dawiya heftê jî gelek qadên xweşik hene ku mirov biçê, lê belê ji ber ku bi hinceta 'ewlehiyê' hatine qedexekirin em nikarin biçin wan. Berê gelek qadên wek Robarê Talê, Robarê Kehê, herêma Dêzê û hwd. hebûn ku em biçinê. Em diçûn wan deran û me bêhna xwe derdixist. Êdî em nikarin biçin wan deran. Niha di dest me de tenê ev der maye. Em jî tevî zarokên xwe hatine vir û hewl didin ku wê stresa bajêr ji ser xwe bavêjin."
Lê belê yek ji tiştên ecêb ew e ku li vê sûlavê ku aveke boş xwe jê berdide, welatî wesaîtan dişon, hem ava wê qirêj dikin û hem jî hesaseya welatiyên hatine bîhna xwe fireh bikin, teng dikin.
Rastî haya welatiyan ji vê hebe jî, gazinên xwe bi dengekî nimz dikin. Hamdullah Guler dibêje, “Ji bo zarok bîhnê bistînin em hatin vir. Lê belê heke hinekî li van deran bê nihêrtin, dê xweştir bibe. Ev der parçeyek ji bihuştê ne, lê belê kesên ku berê hatine, guh nedane paqijiya hawirdorê. Bang li rayedaran dikim. Divê paqijiya van deran bê kirin."
DÎHABER / COLEMÊRG