Rênedana firotina pirtûkên Sakîne Cansiz û rê lêgirtina pêşandana kurtefilma li ser têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz, nekarî rê bigire li pêşiya hezkirin û dilsoziya gelê Silêmanî ya bi Sakîne Cansiz re. Li gelek cihên bajêr û avahiyan, wêne û dirûşmên têkildarî Sakîne Cansiz hatine hilawistin.
6 sal di ser komkujiya Parîsê re bihurîn ku tê de ji damezrênerên PKK´ê Sakîne Cansiz jî 3 jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin. Di salvegera komkujiyê de Asayîşa Silêmanî rê neda pirtûkên Sakîne Cansiz werin firotin û hewl da nîşandana kurtefilma li ser têkoşîn û xebata wê a li Sînemya Salim were astengkirin. Lê xelkê Silêmanî hezkirina xwe ya ji bo têkoşîna Sakîne Cansiz bi awayên cihê nîşan dide.
Li bajarê Silêmanî li ser dîwar û kuçeyên bajêr û li pirtûkxaneyan wêne, nav û jiyana her têkoşîn a Sakîne Cansiz li ber çavên mirov dikevin. Li ser hinek dîwarên cihên giştî yên bajarê Silêmanî, wêneyên jina şoreşger Sakîne Cansiz û dirûşmên weke ‘Sakîne Cansiz sembola berxwedanê ye’ hatine nivîsîn.
ROJNEWS / SILÊMANÎ