Siyasetvan û fermandarên Kurd ji bo mafên Kurdên Rojava misoger bikin di meydana dîplomasiyê de hemû rêyan didin ber xwe. Îlham Ehmed li Kongreya Emerîka û Mezlûm Ebdî hem bi Trump û hem jî bi wezîrê bergiriyê yê Rûs re peyivî.

 Îlham Ehmed li Kongreyê got, hêzên Emerîkî li cihê cih tevî ku soza parastina bakur û rojhilatê Sûrî dane, ev soza xwe bi cih neanîne; xasma tevî ku wan mekanîzmaya ewlekariyê qebûl jî kiriye, êriş nehatiye rawestandin.

 Îlham Ehmed behsa sûcên şer ên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî kir, got, sîvîl bi komî hatin kuştin, bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe hat kirin û sîlehên qedexekirî hatin bikaranîn. Îlham Ehmed wêneyên van sûcan jî nîşan dan.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li kongreyê behsa rastiya êrişkariya qirker a dewleta Tirk kir; wê sûcên şer ên delweta tirk bi berfirehî û bi wêneyan nîşan dan û got, xiyanet bi Kurdan re hatiye kirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrartîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî hem bi serokê DYE´yê Trump re bi telefonê peyivî û hem jî bi rêya telekonferansê bi wezîrê parastinê û fermandarê giştî yê artêşa Rûs re li ser peymana bi Tirkiyeyê re peyivî.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li Kongreya Emerîkayê got, artêşa Tirkiyê komkujiyên hovane li dijî sivîlan kirine û herî dawî destdirêjî li cenazeyê şervanekê jî kiriye. Îlham Ehmed got, “Tirkiyê bi navê ‘artêşa azad’ çeteyên DAIŞ’ê diparêze.”

Me hêvî dikir jiyaneke azad ava bikin

Îlham Ehmed bi Kurmancî axivî û malavahiya endamên kongreyê kir ji bo derfeta civînê. Ehmed got, “Gelê me yê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re jiyaneke azad ava kir heta piştî rizgarkirina ji sedî 30´ê xaka Sûriyê ji DAIŞ’ê, di bin siya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû ol û bawerî bi hev re jiyan. Me hêvî dikir piştî tinekirina DAIŞ’ê, em jiyaneke azad ava bikin.”

Îlham Ehmed 11 hezar şehîd bi bîr xistin, û got, ji ber ku wan tevî hêzên Emerîkî di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi ser ketine jî, ew malavahiya eskerên Emerîkî dikin.

Me mekanîzmaya ewlehiyê qebûl kir

Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên Emerîkayê soza parastina herêmê heta piştî tinekirina DAIŞ‘ê û peydakirina çareseriyeke aştiyane dabû û wiha peyiovî: “Me texmîn dikir ku Emerîka wê ezman li beramberî firokeyên dewleta Tirk bigire. Ji bo ku êriş li ser herêmên me çênebin me mekanîzmeya ewlehiyê qebûl kir. Ji ber vê yekê me hêzên xwe li ser sînor vekişand û dewriyeyên hevbêş ên Emerîka û Tirkiyê li ser sînor hatin meşandin. Lê piştî peywendiya di navbera Serokê Emerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan de me nas kir ku Tirkiyê dê êrişî herêmê bike.”

Çekên kîmyewî bi kar anîn 

Îlham Ehmed wiha dewam kir: “Tirkiyê êrişî axa me kir. Hêzên me jî bersiv da. Ji ber êrişên Tirkiyê 300 hezar kes ji neçarî koçber bûn û 250 kes pirraniya wan zarok şehîd bûn û hîna 300 kes winda ne.”

Îlham Ehmed diyar kir ku Serêkaniyê bi temamî wêran bûye û li ser sûcên şer jî wiha peyivî: “Çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetvanên me kuştin. Yek ji van Hevrîn Xelef bû. Wan sivîl bi komî kuştin. Gaza fosfor ya kîmyewî li dijî sivîlan bi kar anîn.”

Êrişkarê New Yorkê di hepsa me de ye

Îlham Ehmed wekî din jî got, “Kesên bi artêşa Tirk a dagirker re kar dikin mîrên çeteyên DAIŞ‘ê ne. Ew her tim bi serîjêkirinê tehdît dikin û heman sloganên DAIŞ’ê bi kar tînin. Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de gelek girtiyên DAIŞ‘ê ji hepsan reviyan. Di nav de 6 Fransî, 2 Belçîkî jî hene. Yê ku li New Yorkê êriş kirin niha di hepsên me de ne û rewş jî xeter e û Tirkiyê wan diparêze.”

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hinek ji wêneyên komkujiyan, bikaranîna fosfora spî û texrîbkirina cenazeyan nîşan dan.”

Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî doh bi serokê DYE´yê Trump re peyivî û jê xwest ji bo misogerkirina nekirina qirkirinê û daimîkirina agirbestê kar bike. Ebdî her wiha ji ber hewldana trump a ji bo rawestandina êrişî û çêbûna agirbestê jî malavahiya wî kir.

Mezlûm Ebdî bi wezîrê bergiriyê yê Federasyona Rûsyayê Sergei Schoigu re jî bi rêya tele-konferansê peyivî û fikarên xwe li ser êrişkariya Tirkiyeyê îfade kirin. Ebdî hewldanên ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û şer ên Rûsyayê bi bîr xistin û got, ew ê diyaloga ji bo bicihkirina agirbestê dewam bikin.

 

NAVENDANÛÇEYAN