Kêlî demê, dem dîrokê ava dikin. Kes di kêliyan de diafirin, di deman de jîndar û şênber dibin. Di dîrokê de mayînde dibin.

Bêguman ev afirîn, hebûn û mayîndebûn bi terzê jiyana mirov ango kesan ve girêdayî ye. Lewra her kes nikare mora xwe li dîrokê bixe an jî di dîrokê de mayînde bibe. Ji bo vê yekê ‘Divê li ciyê ku dem li me digere, em rastî wê werin’. Ango divê mirov karibe ruhê demê biqefêle. Hinek kes hene ku bi berhemên xwe yên şênber û qedirbuha dibin xwediyê rûpelekî ji rûpelên dîrokê. Bi jiyaneke helbestî di nav risteyên dîrokê de tên hûnandin. Hinek kes hene ku bi çalakiyên xwe yên bêhempa di fitlanoka dîrokê de dîmenê xwe bi dar ve dikin. Hinek kes hene bi helwêsta xwe ya jiyanê bi sekna xwe û bi afirîneriya xwe di nav çerxa dîrokê de deng vedidin. Hinek jê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li hember hemî astengiyên jiyanê dibin mînak û roniya rêya mirov a pêşerojê û bi vî awayî mayînde dibin.

Rêheval Xoce Amed jî yek ji wan kesan e ku 35 salên xwe yên ji 67 salên temenê xwe bi lêgerin û lêkolîna wateya jiyanê bihurandin. Her tim dijberî pergala heyî ya wek aşê mirovan dihêre têkoşiyaye û xwestiye bibe xalek ji xalên afirîneriya pergaleke nû û jiyaneke azad. Ew ji sala 1980’yî heta sala 1986´an di nav lêgerina jiyaneke azad, watedar û birûmet de bû. Sala 1986´an de bi Nûroja Kurdan Cejna Newrozê re gihaştibû biryara têkoşeriya jiyaneke bi rûmet a li welatekî azad. Di nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de evîndarî têkoşîna civakeke azad bûbû. Wî evîna xwe ya bi hevala xwe re bi evîna welatê xwe re guhertibû. Evîna xwe her wext dişiband evîna destana Memê Alan û Zîna Zêdan. Wî digot, ‘ji bo evîna xwe jîndar bikim, divê bi evîneke hîn jê mezintirîn bijîm.’ Heskirina ji şeş zarokên xwe bi ya civaka xwe re guherî û wî bi vî awayî evîn û heskirinên xwe bêdawî kirin. Ew her tim bi vê hişmendiyê tevdigeriya ku mîrateya herî mezin a mirov ji heskiriyên xwe re bihêle civakeke azad û jiyaneke birûmet û watedar e.

Ew mirovhezek bû. Dixwest ku mirov hemû di nav aştiyê de bi heskirin li hev bikin û bi hev re bijîn. Ew xwezahezek bû dixwest ku ajal hemû, gul û kulîlk hemû, nebat hemû bi hev re geş bibin û di nav xwezaya xwe de bi xwezayî bijîn û cîhanê bi vî awayî bineqişînin. Ew azadîhezek bû dixwest ku her cureyên heyîyan bi awayekî azad û di nav xwezaya xwe de bi rêk û pêk bijî.

Ew şoreşgerek bû ligel hemû qirêjiyan û kirêtiyan têdikoşiya û li dû afirîneriya şoreşê diçû. Xwediyê jiyaneke bi pîvan û bi armanc bû. Ew demhezek bû. Dixwest ku her kêliya demê dagirtî û watedar û serfiraz derbas bike; li gorî wî diviya ku her kêliya demê bi xebat û rêxistinkirina xebatan derbas bibe. Wî ti  carî ti karê din nedixist pêşiya peywîrên xwe û dikir ku yên hemberî wî jî her wisa bin.

Rêheval Xoce hem rêhevalekî nûwaze û hem bavekî bêhempa bû. Bêguman ji ber hilbijartina wî ya pîroz, derfetên min ên ku ez bikaribim bi hûrgilî wî nas bikim çênebû. Lê ew her tim lehengê xewnên min, xemla xeyalên min bû. Ew cotkarê axa zaroktiya min a bi tovê jiyaneke azad û kurdewar bû. Bi şîretên wî dişitilîm. Di her qonaxa jiyana min de çavkaniya hêza min bû. Bi hişmendiya xwe dibû mamosteyê min î yekemîn yê têkoşînê û jiyana kurdewar. Dibû bersiva pirsa ‘ez kî me’ ji bo min…

Rêheval Xoce felsefeya jiyana Kurdên berxwedêr bû. Di her warê jiyanê de li ber xwe dida. Li gel nexweşîna pençeşêrê ku bi lez li laşê wî belav dibû, ewî dîsa jî bi moral û hêzeke xurt li ber xwe dida û bi hêvî bendewarê başbûnê bû. Xwe wek çûkekî di qefesê de didît û loma jî hêvîdar bû ku ji nexweşînê xilas bibe û dîsa bigihêje nav refên xwe. Nexweşî û penaberî ne çarenûsa wî bûn. Ligel nexweşînê ew dîsa jî wek şoreşgerekî dijiya. Bi disiplîn, bi pîvan û bi hêvî… Her çendî zanibû ku roj bi roj ber bi mirinê ve diçe jî dest ji jiyanê bernedida. Nas, dost, xerîb, bijîjk û xebatkarên nexweşxaneya Êlmanyayê tev li hember vîna wî ya jiyînê matmayî mabûn. Lewra ew jiyanhezek bû û her li ber xwe dida, jiyanê jî ew ew qas bi ber xwe ve dikişand. Gotina “ez bi qasî di oxira wê de bimirim hez ji jiyanê dikim” pirr bandor lê kiribû û jiyanê jî bi qasî karibû ew ji mirinê dûr xistibû… Xwe pirr bi siûd dibînim ku keça bav û rêhevalekî wek Rêheval Xoce têkoşer im.     

Belê bêguman Rêheval Xoce tenê yek ji wan Şehîd û Pakrewanên lênûska dîroka me Kurdan e. Ew ji bo guherîna çerxa dîrokê bûn canfedayên Gelê Kurd. Jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya civaka Kurdewar û Kurdistaneke serbixwe kirin. Divê em jî di her kêliya jiyana xwe de bi tevgera xwe wan her tim bi bîr bînin û armanca wan bigihînin serfiraziyê.