Di du rojan de 60 malbatên xwişk û bira
ERKAN GULBAHÇE
Endamê Meclîsa Gel a civaka Kurd li Sauerlandê Dagistan Altun, di çarçoveya malbetên xwişk û bira de di nava du rojan de 60 malbat gihandin hev. Armanca wî ew e ku vê hejmarê ji 100’î bibihurîne.
Ew beriya niha bi 31 salan ji Xinûsa Erzromê koçberî Elmanyayê bûye û li bajarê Meschede ew li nexweşan miqate dibe. Ew endamê Meclîsa Gel a li Sauerlandê ye jî. Ji ber krîza koronayê, ew fikirîne ka dikarin çi bikin. Bi rêya telefon û înternetê wan komîsyonek ava kiriye. Bi vê komîsyonê ew hewl didin pêdiviyê xelkê li devera xwe yên ji ber pandemiyê derketine holê dabîn bikin.
Armanca wî bêhtirî 100’î ye
Piştî ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo malbatên li Kurdistanê ji ber krîzê hewce bûne, kampanyaya malbatên xwişk û bira da destpêkirin; wî jî zend û bend vemalîn û 60 malbat ji malbatên hewce re kirin destûbirak û xwişk. Armanca wî jî ew e, hejmarê ji 100’î bibihurîne.
Dagistan Altun, xebata xwe wiha kiriye:
“Her sê rojên pêşî em lê fikirîn, ka li cem xwe em kampanyayê çawa dikarin mezin bikin. Me pêşî telefonî malbatên Kurdistanî kir, ji bo em wan qanih bikin me peyamên bi deng û vîdeo amade kirin. Pişt re me navnîşan û daneyên peywendiyê yên malbatên hewce ji Heyva Sor a Kurdistanê wergirtin. Ez du roja ketim odeya xwe, min zarokên xwe jî nedîtin. Bi telefon û înternetê bi malbatan re peyivîm. Di nava van her du rojan de min 60 malbat gihandin hev.”
Ne tenê kampanyaya alîkariyê ye
Dagistan Altun kampanyayê ne tenê weke ya alîkariyê dibîne: “Mesela min malbateke Serhedî bi yeke Botanî re anî cem hev. Min nihêrî ka wan peywendî bi hev re danî yan na. Min kampanya ne tenê weke ya alîkariyê dît. Min weke hevnasîn û dostbûna malbatan jî dît. Me dît ku pêşniyazên me yên ji bo bipêşketina diyaloga di navbera malbatên xwişk û bira de bi kêr hatin. Hin malbatan got, gava ew biçin welêt, ew ê illeh biçin malbata xwe ya xwişk.”
Bila her kes vê bike
Herî dawî Dagistan Altun xwest her kes bibe xwişk û birayê malbateke hewce.