Di fûarê de anons bi Kurdî û tirkî tên kirin û di afîşan dan jî Kurdî tê bikaranîn. Enstîtuya Kurdî ya Amedê û KURDÎ-DER 3 salin di fûarê de cih digirin û anîn ziman ku eleqeya li hemberî Kurdî zêdebûye. Rêveber û mamosteyê KURDÎ-DER'ê Cîhat Guney, diyar kir ku ew weke komele hem perwerdehiya Kurdî didin û hem jî têkoşîna Kurdî di her qada jiyanê de bê bikaranîn didin. Guney, anî ziman ku armanca wan tenê di fûarê de firotina pirtûkan nîne, armanca wan danasandina zimane û bi gotina Celalet Bedîrxan "Kurdno mal xirab no Kurdî biaxifin" tevdigerin û wiha got: "Em dixwazin di mirovan de raman 'Zimaneke me heye pirtûkên me hene' pêk bînin. Îngîlîzî û fransizî di kîjan qelîteyê pirtûkan çapdikin Kurdî jî di heman qelîteyê de pirtûkan çap dike û em dixwazin vê yekê nîşanî wan bidin."
Ferhengên Kurdî balê dikişînin
Guney, da zanîn ku her roj weşanên Kurdî û pirtûkên Kurdî zêde dibin û wiha axivî: "Dayîk, mamoste, xwendekarên zanîngehê, hîndekarên zanîngehê û karkere tên ji me re dibêjin 'em dixwazin hînî zimanê zikmakî bibin' Asîmîlasyonê ferq dikin. Dayîk destên zarokên xwe re digirin tînin. Ji ber vê yekê pirtûka Hînker rastî eleqeyek mezin tê. Di nav pirtûkên herî zêde tên firotin Ferheng cih digire. Mirov dixwazin pey bi zimanê wan tê çi wateyê hîn bibin." Guney, da zanîn ku li ser zarokan berê tu xebata tunebûn û êdî wan ji bo zarokan jî xebat dan destpêkirin û bi wê armancê kovara bi navê "Agirê Rojê" derxistin.
ANF/AMED