Nerazîbûnên li hemberî heqaretên Kemal Bûrkay ên li hemberî tevgera azadiya Kurdan her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek pêkiya nava HAK-PAR’ê jî.
Hate ragihandin ku kesên biryara îstifayê wergirtine, Endamên Meclisa Partiyê (MP) ya HAK-PAR’ê Sait Aydoğmuş, Mehmet Vural û Vahit Abay û 5 endamên din ên MPê biryara îstifayê wergirtin. Kesên ku biryara îstifayê wergirtine, dê di rojên pêş de vê biryara xwe bi riya rojnamegeriyê ji raya giştî re aşkera bikin.
Kesên ku biryara îstifayê wergirtin, li ser hev civînan pêk tînin. Li gorî agahiyên kesên biryara îstifayê dane wergirt, sedema îstîfakirinê endamtî û wesayeta nivîskarê Kurd Kemal Burkay e. Endamekî MPê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji AKnewsê re wiha axivî û got; “ “HAK-PAR ji xwe di bin wesayeta grûpa PSKê de bû. Bi salan e em têdikoşin, ji bin wesayetê derneket. Piştî Kemal Burkay ji derveyî welat hat, partî niha rasterast kete bin wesayeta Kemal Burkay. Digel ku ne endam bû jî partî di bin wesayeta wî de bû. Lê niha bû endam û îhtîmaleke mezin dê bibe serokê giştî.”

Şibandin Ecevîn û Erbakan 
Endamê MP’ê, rêbaza wesayetê ya Kemal Burkay şiband hevjîna Bülent Ecevit Rahşan Ecevit û Necmettin Erbakan û wiha got; “Sûcdarkirin û rêbaza Kemal Burkay a partiyeke Kurd me nerihet dike. HAK-PAR esas partiyeke demokratîk e, pir deng e, pir reng e. Ku ev wesayet xurtir bibe, maneya wê ew e ku em nikarin ji bin wesayetê derkevin. Ger ji bin wesayetê dernekeve, dê partî xurt nebe. Terzekî rêveberiyê yê Burkay heye. Pir otorîter e. Rêveberekî hişk e. Nebe serok jî dê wesayeta wî hebe. Rahşan Ecevit tenê endama DSPê bû lê wesayeta wê hebû. Necmettin Erbakan dîsa wisa. Niha wesayeta Burkay jî heman tişt e. Em nikarin bi vî awayî di partiyê de siyaset bikin. Em ê vê biryara xwe di rojên pêş de aşkera bikin.”

ANF/HEWLÊR