
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li ber avahiay Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 233. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê welatparêzên bajarê Ûlm ê Elmanyayê û rêveberê NAV-YEK’ê Sabrî Atan ve tê meşandin.
Vê hefteyê jî welatparêzên Kurd ên ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê Rasmiya Kaşkin, Cîmha Bakir, Suleyman Xalaf, Xalit Şengalî û li ser navê Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Sabrî Atan ve tê girtin. Tevî berf û seqemê jî, çalakî bi coşeke mezin dewam dike.
Rasmiya Kaşkin li ser navê Koma Ûlmê daxuyaniyek da û diyar kir, ew êdî nema dikarin xwe li esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin. Kaşkin destnîşan kir, divê Kurdên li Ewropayê di her kêliyê de daxwaza azadiyê bilêv bikin.
Çalakgeran bang li dewletên ewropayê jî kirin, ku bes destekê bidin dîktator Erdogan.
Ji NAV-YEK’ê Sabrî Atan jî da xuyakirin, ku azadiya Ocalan ji bo civaka Êzîdî gelekî girîng e.
STRASOBÛRG