
Çeperên YBŞ/YJŞ ên li Şengalê, bi tevlîbûnên watedar hê bêhtir xurt dibin. Tevlîbûna şervanan a li nava refên YBŞ û YJŞ’ê nîşan dide, ne tenê ax wê azad bibe, her wiha civak jî wê azad bibe. Şervanê YBŞ‘ê Îbrahîm Mûrad Hewîn (50) niha bi keça xwe Berxwedan Tolhildan (20) a li nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) cih digire ji bo parastina ax û civaka xwe şer dike. Li ser vê yekê Tolhildan dibêje : “Hesteke bedew e ku tevî bavê xwe di nava refên YBŞ‘ê de cih digirim. Xeyala me bû, ku em bi hev re serketinan bi dest bixin û diyarî hevrêyên xwe yên şehîd bikin.”
ŞENGAL