Bayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk Kurdan ti carî weke gelekî nabîne û got, “Lewma hem li hundir hem jî li derve dijminatiyê dike. Şoreşa Rojava şoreşa sedsalê, mezintirîn şoreşa gelan e. Eger ev şoreş li ser armanc û xeta xwe bimeşe û mayînde bibe, wê li Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinên mezin veke.”

Bayik da zanîn, şoreşa Rojava, polîtîkaya delweta Tirk bi taybetî ya Erdogan a têkildarî Rojhilata Navîn, Sûriye û Kurdistanê pûç kir û destnîşan kir ku ji ber vê yekê, dixwaze tolê jê hilîne.

Bayik ragihand, li pişt hemû pirsgirêkên li Sûriye û Iraqê polîtîkayên Tirkiyeyê û Erdogan hene û got, “Hewl dide van welatan parçe bike. Bi parçekirinê ve dixwaze wan qels bike, bi xwe ve girê bide û lê serdest be. Ji ber ku dixwaze Împaratoriyeke nû ya Osmanî ava bike û bibe padîşah.”

Bayik bibîr xist, ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ya DAIŞ, Nûsra, Ahrar el Şam xurt dike Tirkikye bi xwe ye û got,  Lîderê DAIŞ’ê, El Nûsra û Ahrar el Şam Erdogan bi xwe ye. Her kes bi vê dizane.”

Bayik herî dawî got, “Gelê Kurd li kîjan parçeyî dibe bila bibe, divê zanibe ku wê şerekî demdirêj biqewime” û ji bo xweparastinê ev mînak da: “Îsraîl di nava salê dûr û dirêj de di nava Ereban de şer kir, li hemberî êrîşên ji gelek aliyan ve sekinî, şer kir, civakeke şervan afirand, bi vî rengî bû xwedî jiyaneke bi vê rêbazê û hebûna xwe misoger kir. Kurd jî li nava çar delwetan hatiye parçekirin. Timî rastî polîtîkayên qirkirinê hatiye. ”