Ji bo hilbijartina Meclîsa Koçberan a li bajarê Munchen e Elmanyayê, ku 6 salan carekê tê kirin, Kurdan jî mîna hemû neteweyên din lîsteyek ji xwe re amade kirin û wê bi lîsteya xwe tevlî bibin. Kurd, di hilbijartina beriya niha de bi navê Kurdistanê tenê bi kesekî hat temsîlkirin. Lê vê carê ji bo hilbijartina Meclîsa Koçberan a ji 40 endamî, xwe bi xurtî amade dikin.

Hilbijartin wê di 22’ê Çileya 2017’an roja Yekşemê tê lidarxistin.

Di lîsteya Kurdan de 7 namzetên jin, 7 jî yên mêr cih digirin.

Li ser pirsgirêkên civakî, siyasî yên Kurdan û koçberên din ên li bajêr bernameyeke hilbijartinê hate amadekirin. Di vê bernameyê de, bi tecrûbeyên dîrokî yên Kurdan re bi giranî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan û temsîliyeta hemû gel û baweriyan di nava jiyanê de, pêşîgirtina li nîjadperestiyê tê rawestîn.

Xebatên ji bo hilbjiartinê ji aliyê komîsyonekê ve tên meşandin. Komîsyonê bi şiyara ‘Kurd ji bo Munchenê piştgiriya hev dikin“ dest bi kar kir. Ji bo xwe bigihîne hemû Kurd û koçberên li Munchenê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd buroyeke enformasyonê hat avakirin. Ev buro wê her roj saet di navbera 17:00-19:00 de ji bo hilbijêran bixebite. Buro wê heta 22’ê Çileya 2017’an vekirî be.

Navnîşana Buroya Enformasyonê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi vî rengî ye: Arnulfstr.197 Munchen 


 ANF / MUNCHEN