
Konseya Bilind a Kurd, ku demek de bi partiyan re hevdîtinan pêk tînin, diyar kirin ku wan pirsgirêkên nava partiyên Kurdan çareser kirine û tifaqiya xwe xurttir dikin. Endamê KBK û Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim ku di nava heyetê de cih digire, têkildarî geşedanên li Sûrî û gera Hewlêrê de nerînên xwe anîn ziman. Muslim, diyar kir ku wan Peymana Hewlerê di 11'ê Tîrmehê de îmze kir û wiha got: "Di pêkanîna peymanê de hin lawazî hene û wiha got: "Ji bo em van lawaziyan ji holê rakin me ev civîn pêk anî. Me dikarîbû ev civîn li Qamişlo jî pêk bianiya. Lê birayên me yên Hewlêrê jî bûn şahidê vê îmzeyê. Ji ber vê yekê me xwest ew jî tev li vê civînê bibin. Ji bo em lawaziyên Konseya Bilind xurt bikin me civîn pêk anîn. Em gihiştin hin encaman. "
Muslim, da zanîn ku endamên Konseya Bilind li gel birayên xwe yên Herêma Federal a Kurdistanê civîn pêk anin û berî vê civînê bi Fuat Huseyin re civîyan û wiha got: "Derbendî li ser navê hikûmeta herêmî tev li civîna me bû. Ji bili wê kes tev licivîna me nebû. Ez bawer nakim ku pirsgirêkên me yên mezin hebin. Ji dervê Konseya bilind hin hêzên derve dixwazin astengî û pirsgirêkan derxin pêş me. Ji ber van alozî û tevliheviyan em ketin nava tengasiyê. Lê piştî me ev yek dît, me hin xalên Peymana Hewlerê ya 11'ê Tîrmehê ji nûve di ber çavan re derbas kirin. Komîteya Bilind hate avakirin. Me rê û rêbazên çareseriyê bi dest xistin. Tu pirsgirêkên me asteng bike niha li pêş me tune."
Berpirsa tevkujiyê rejîm e
Endamê KBK û Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim, der barê komkujiya li Helepê pêk hat û 22 welatiyên Kurd hatin qetilkirin wiha got: "Mixabin di bûyerê de 22 Kurd hatin qetilkirin. Şex Maqsut mirovekî ereb e û li ser mala xwe doçka bicih kiriye. Dema balafirên şer di ezman re derbas dibin bi doçkayan bersivê dide balafiran. Piştî ku balafiran jî ev yek dîtin taxa Şêx Mexsût bombe dikin. Mixabin 22 Kurd hatin qetilkirin. Bê guman berpirsiyarê vê komkujiyê Rejîm e. Em nikarin bi hestê xwe tev bigerin. Divê em bi aqilê xwe tev bigerin. Me nexwest kesên bi çek têkevin nava Kurdan. Ger ku ev kesên çekdar têketana nava Kurdan dê bêtir mirov bihatana kuştin.Tu nifrîna me li hemberî kesî tune. Em ne li pey tolhildanê ne. Em dixwazin ev birsgirêk bi rêya aştî û aramimê çareser bibe. Konseya Bilind a Kurd ev mijar di civînê de niqaş kir. Di civînê de jî hate diyarkirin ku lazim e em bi xwînsarî tev bigerin. Raste 22 mirovên me şehît ketin. Em jî rabin li hemberî vê yekê 220 mirovan bikujin dê encamek çawa derkeve? Tu serkeftin nayê bi destxistin. Divê em mirovên bêguhen nekujin. Divê berî her tiştî em ferasetê biguherin.
NÎHAT KAYA / DÎHA / HEWLÊR