Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Fransa Strasboûrgê, kongreya xwe ya asayî lidar xist. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li kongreyê de anî ziman ku meşa azadiyê derketiye asta herî bilind û bal kişand ser têkoşîna li Rojava tê dayîn. Kartal destnîşan kir ku HDP bûye hêviya gelek derdoran û banga seferberiya hilbijartinê li Kurdên Ewropayê û dostên wan kir. 


HANAU: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Almanya Hanaû jî 2. kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongreya ku bi qasî 100 kes lê amade bûn. Omer Koyûncûer ê axaftina vekirinê kir, ji gelê ku di xebatên wan de ew bi tenê nehişt re spasiyên xwe pêşkêş kir. Di encama hilbijartinê de Meclîsa ji 57 kesî  hilbijartin. Ji bo Hevserokatiyê jî Kasim Karaca û Nûrhan Agît hatin destnîşan kirin.


LEVERKÛSEN: Li bajarê Almanya Leverkûsenê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 2. kongreya xwe ya asayî bi beşdariya 80 delegeyî pêk anî. Di kongreya li salona civînê ya Dergaha Elewiyan de rojnamevan Ferda Çetîn axaftinek kir.  Çetîn ragihand ku eleqeya ji bo Kurdan zêde bûye û girîng e ev eleqe bê birêxistinkirin û veguhere têkiliyên mayînde. Çetîn bal kişand ser girîngiya dîplomasiya gel.


OSNABRUCK: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, 3. kongreya xwe ya asayî li lokala navenda civaka demokratîk lidar xist. Di kongreyê de siyasetmedar Ahmet Aktaş di axaftina xwe ya li vir de rewşa siyasî nirxand. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Saîma Ercan û Serhat Aydin hatin hilbijartin.


PEINE: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Peine jî kongreya xwe pêk anî û di kongreyê de komunek ji 10 kesan a ji 5 komîsyonan hat avakirin. Li ser raporên xebata salekî nîqaş hatin meşandin. Dûre hilbijartin hat kirin.  


KOLN: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê, 2. kongreya xwe ya asayî lidar xist.  Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç di axaftina xwe ya li kongreyê de operasyona li Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê bi tundî rexne kir.  Di kongreyê de meclîsa ji 67 kesî ava bû.  Ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Îmam Can û Yildiz Fîlîmcî hatin hilbijartin.


BASEL: Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreya ku bi coşeke mezin aht lidarxistin de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hilbijêrên li Ewropayê wê roleke diyarker bilîzin. Di kongreya li salona dawetê ya Xezal de nûnerê NAV-DEM'ê Îsmet Kem, ÎGÎF, komeleyên Elewiyan, gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.  Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Xanê Ozturk û Sadik Sûncak hatin hilbijartin.


BERN:Meclîsa Jinê ya Mizgîn a li Bernê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist û biryar da ku xebatên xwe yên dema nû li gorî ruhê pêvajoya siyasî dewam bike. Di encama hilbijartinên li kongreyê de ji bo komîsyonên perwerde, têkiliyên derve, PYD, FEDA, dayikên aştiyê û rêxistinbûyînê 26 jin hatin hilbijartin. Ji bo berdevkiya Meclîsê ya dema nû jî Aysel Baz, Fahriye Kaya û Sevgî Tûzlû hatin hilbijartin.. 


 NAVENTA NÛÇEYAN