
Projeya fîlm
Xerîb balkişand ser projeya fîlm û got ev proje bi vegotinên leşkerekî ku komkujiya Enfalê pêk aniye, derketiye holê û wiha pêde çû: “ Mijara fîlm ji çîrokek rast ya jinekê ku di dema komkujyê de tê revandin min girt. Di dema operasyonê de fermandar jinek xweşik ferq dike. wê û kurê wê bi niyeta xerab dibe mala xwe. Di rê de ev jin dibêje bisekine ku hewcedariyên xwe bîne cih. wesayît disekine û ev jin bi zarokê xwe re xwe ji pirê de davêje.
Cîhan nû nû şiyar dibe
Ez di dema operasyona Enfalê de li Başurê Kurdistanê li nêzî Arbet bûm û li derdoara Arbetê ev hovîtî dihat jiyîn. Ez jî bûm şahidê vê. Berê jî min du belgefîlmên ku Enfal mijara wê bû çêkir. Di mijara enfalê de gelek xebatên min çêbûn. Ji bo vê projeyê jî bi salane ez dixebitim. Cîhanê bertekên xwe di vê mijarê de nîşan neda. Ji ber ku hikûmetên cîhanê bi Saddam re di nava hevkariyê de bûn. Ji ber vê nebûn xwedî helwest. Lê îro şiyar bûne. Mesela îro hikûmeta Alman li dijî şîrketên ku piştgirî dane Saddam bûye xwedî helwest û hêviyê dide mirovan.”
Şopên wê hêj li ser Gelê Kurd e
Xerîb di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser texrîbatên enfalê ya li ser gelê Kurd û got: “Dema mijar bie gelê Kurd deng dernakeve. Ev êşek mezin bûn. Ligel ku bi gelek sal derbas bûn, gelê Kurd nehatiye ser xwe. Şopên kur yên enfalê li ser wan hene. Armanca çêkirina vî fîlmê eve ku zilma li ser gelê Kurd hatiye kirin bê bibîrxistin û trajejiya jineke Kurd ya ku ji bo teslîmê dijmin nebe bidim nîşandan. Ji ber ku zimanê sînemayê gelek girîng û gerduniye. Min jî bi fîlmekî wisa xwest vebêjim ku ev enfala li dijî Kurdan pêk hatiye ne komkujî, qirkirineke.
Fîlmê me dê di çarçoveya bernameyên qirkirinê de li Tirkiye, hem Kurdistan û her wiha Swêd û Amerîkayê bê nîşandan. Herî dawî di Îlonê de dê tevli mîhrîcanan bibin. Lê di van bernmaeyan de ne tenê Enfal dê komkujiyên din yên li hemberî Kurdan yên wekê Roboskê jî vê vegotin.
Kolandina xendekan nayê qebûlkirin
Xerîb di dawiya axaftina xwe de balkişand ser qezencên li Rojava û wiha got: “ Modela ku Kurdan îro li Rojava ava kiriye, hemû gelên Rojhilata Navîn hembêz dike û ji ber vê jî îro bûye hedefa serdest û çeteyan. Ez li dijî ku di navbera Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava de sînor bên dayîn. Hele ku xendekên tên kolan nayên qebûlkirin. Divê ev demildest dawî lê bê.”
ZEYNEP KURAY/DIHA/STENBOL