Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1’ê Mijdarê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên giştî yên dubarekirî hatin lidarxistin û Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê da xuyakirin, ku tevî hemû komkujî, êrîş, zext û zordariya dewleta Tirk jî gelê Kurd û Kurdistanê xwest dengê aştî û biratiyê li Parlamenta Tirkiyeyê bilindtir bike û bersiveke rast û rewa jê re bê dayîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, „Lê mixabin hilbijartin di nava rewşeke tevlîhev, ne adîl û nerewa de derbas bû. Pêşî li gelê me hat girtin ku xwe negihînin ser sindoqan, dizî û xextekarî gelekî çêbûn, polîs û jendermeyan dest li cihên sindoq û dengdanê werdan. Her wiha xuya bû ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê ti toleransa siyasî nade pêşketin û azadîxwaziya gelê Kurdistanê.
Tevî van hemû astengî, dijwarî û planan HDP’ê benda ji sedî 10’an derbas kir û 59 kursî bi dest xist. Di nava van şert û mercan de ev yek serketineke mezin e û cihê şanaziyê ye.“
KNK’ê destnîşan kir ku di heman demê de rêjeya AKP’ê ya bi dest xistiye, bi şik û guman e.
Konseya Rêveber a KNK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bang li gelê Kuredistanê kir ku yekîtiya xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir bikin û got, „Ji her demê bêhtir, Kurdistan nêzî serketinê ye.“
ANF/BRUKSEL