Şervana MLKP’ê Îvana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) li bajaroka Tîl Temîr ya Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo wê li bajarê Duîsburg a Elmanyayê di 25’ê Hezîranê de mîhrîcanek pêk tê. Têkildarî mijarê de Yekitiya Jinên Sosyalîst a Elmanyayê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Îvana Hoffmannê ji bo gelên cîhanê bi awayekî azad bijî xwe bê hesap da ser têkoşîna enternasyonel. Li dijî zilma DAIŞ’ê ya jinê dike kole, hebûna xwe ya enternasyonel a Ewropayê bir erdnîgariya Rojhilata Navîn. Îvanayê li ser banga partiya xwe bêyî teredut çû Rojava û di têkşînê de cihê xwe girt.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Îvana wek rêhevalek LGBTÎ, hişmendiya zayendê di asta herî bilind de jiyaye û li dijî pergala kapîtalîst ya mêr û paşverûtiya mêr têkoşîn meşandiye û wiha hat gotin: “Îvanayê her roj xwe nû dikir, pêş dixistin. Her wiha hêz û enerjiya xwe ji bo mirovan beşdarî têkoşînê bike, xerc dikir. Îvana bi van taybetiyên xwe di nav hevalên xwe de gelek dihat hezkirin. Sekna wê ya mîlîtan hemû jiyana wê diyar kir. Ew di têkoşîna azaidya jinê de çavkaniyek girîng ya îlhamê bû. Dengê Rojava bi cîhanê da bihistin.”
Bi beşdarbûneke xurt xwedî li îdealên wê derkevin
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevala hêja Îvana te xeyal kir, te bandor li ser me hemûyan û gelê cîhanê kir. Em sond dixwin ku ew wê neyê jibîrkirin. Emê li ser erdnîgariya Ewropayê te her tim bibîr bînin. Hevala Îvana wê bibe parolaya serhildana me, roja têkoşîna me. ” Herî dawî bang li hemû penaber, karker û kedkar, jinan hat kirin ku bi beşdarbûneke xurt xwedî li îdealên Îvanayê derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN