ERKAN GULBAHÇE Di çarçoveya kampanya Xwişk û Bira de ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê dimeşe, di nava 5 rojan de hezar û 350 malbat bûn xwişk û bira. Bêguman ne tenê Heyva Sor a Kurdistanê, sazî û dezgehên bîr û baweriyan, televîzyonên kurdistanî, hema hema her kes ji bo kampanyayê zend û bendê xwe badane. Îca di vê çarçoveyê de kampanya li benda alîkariya her kesî û te ye jî. Ji ber felaketa vîrusa korona bûye sedem, li cîhanê hemûyî rewşeke awarte heye. Li Kurdistanê jî ji ber dagirkerî û mêhtingeriyê rewşa Kurdan û kurdistaniyan zehmettir e, û ev yek tesîrê li mîlyonan mirovî dike. Li zindanan jî bi deh hezaran mirov û girtiyên siyasî, rewşa wan di tehlûkeyê de ye. Her weha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şengal û Mexmûrê jî kurdistanî di rojên zehmet re derbas dibin. Ji bo mirovên me yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî divê em destegîr bin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê HDP û li Ewrûpayê jî Heyva Sor a Kurdistanê pêşengiyê ji kampanya xwişk û bira re dikin. Saziyên weke KCDK-E, TJK-E û CîK jî di nava rêveberên kampanyayê de cih digirin. Herweha saziyên weke DÎK û FEDA jî ji bo kampanyayê zend û bendê xwe vemaliştine. Heyva Sor a Kurdistanê ji Japonya heta bi Kanadayê li 14 welatan bi saziyên partner re xebatê dimeşîne, nexasim jî li Elmanya, Fransa û Swîsreyê ku Kurd gelek lê hene, dibêje elaqeyeke zêde heye. Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Murat Vargun da zanîn ku di 5 rojên pêşî de hezar û 350 malbat kirine xwişk û birayên hev. Em bi saziyên herêmî re malbatên hewce diyar dikin. Heta niha ji Rojava, Bakur û Şengalê lîsteyên malbatên hewce gihiştine me. Ji Rojhilat û Mexmûrê hê lîste negihiştine me. Em malbatan tesaduf tînin cem hev. Bi vî awayî li çar beşên Kurdistanê malbat destê xwe didin hev. Mîna di dema Berxwedana Rêveberiyên Xweser de jî me gelek malbatên bîr û baweriyên wan ne weke hev jî anîn cem hev. Mînak weke Misilman û Suryanî. Dîsa niha malbat dixwazin bi malbatên Şengalê re bibin xwişk û bira. Di vê çarçoveyê de ev ne tenê kampanyayeke maddî ye, di heman demê de dostanî û destbirakî çêdibe. Bêguman em nikarin xwe bigihînin her kesî û em li bendê ne, gelê me xwe bigihîne me. Divê her kes jî her kesî bi telefon û înternetê vexwîne vê kampanyayê. Em gelê xwe muhtacî kesî nekin. Bi hevgirtin û hevkariyê zor û zehmetî li dawiyê dimînin. Bi parvekirinê nirx û biha bedew dibin.”
Divê her kurdistanî xwişk û birayekî xwe çêke Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê KON-MED jî bang kir û xwest, her kurdistanî bi malbatekê re bibe xwişk û bira. KON-MED’ê diyar kir ku ew ê bi awayekî çalak piştgiriya kampanya Heyva Sora Kurdistanê bikin. Di daxuyaniyê de weha tê gotin; “Em ê tevahiya gelê xwe, rêxistinên xwe bixebitin, êşên gelê xwe bi malbatên xwişk û bira bikin yek. Ji bo ev kampanya bi ser bikeve, pêşî wê endamên meclîsên me bibin pêşengên vê kampanyayê. Endam û rêveberên me jî wê rêveberên vê kampanyayê bin.
Ji bo dostan bibe Xizir, ji bo derdan bibe derman Federasyona Demokratîk a Elewiyan FEDA beşdarî kampanya malbatên xwişk û bira dibe. FEDAyê doh li ser facebookê ji bo kampanyayê weşaneke zindî kir. Di weşanê de bang li bawermendên Elewî hat kirin ku bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê bibin. Di bernameyê de weha hat gotin: Gelekî girîng e ku canek ji bo canekî bibe Xizir. Divê em çanda xwe, nirxên xwe, loqmeyê xwe parve bikin. Eger em çanda xwe ya loqme bi kesên di zehmetiyê de parve bikin wê xwişk û biratî, aştî û xweşbînî ji nû ve geş bibin. Em bang li canan hemûyan dikin da ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Di dema weşanê de 10 kesan xwest beşdar bibin.
Bernameyeke taybet ji bo kampanyayê Kampanya HDP li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, Heyva Sora Kurdistanê jî li Ewrûpayê dimeşîne, televîzyonên kurdistanî jî bi weşanên taybet piştgiriya wê dikin. Weşana pêşî ya taybet Medya Haberê kir. 11 Nîsanê 6 saetan weşaneke taybet kir û 554 kesan serî lê dan. Sibê jî Stêrk TV wê weşaneke bi heman rengî bike. Di weşana roja Çarşemê de her kes dikare beşdar bibe. Telefon: 00 32 53 64 88 27 - 00 32 53 68 00 22 Whatsapp: 00 32 484 28 31 67
Hûn jî beşdar bibin Bendewarî heye ku her kes piştgiriya kampanyayê bike.
  1. Her beşdar wê ji malbata muhtac re 3 mehan serê mehê 100 euro bişîne.
  2. Kesên bi malbata dibin xwişk û bira re agahiyên malbatê dikarin ji Heyva Sora Kurdistanê bigirin.
  3. Kurdistaniyên li derveyî welat, bi xwe jî yekser dikarin alîkariya malbatê bikin û dikarin bi rêya Heyva Sora Kurdistanê jî bikin.