Yek ji organîzayonên herî bi prestîj yên sînemayê, Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê bi dawî bû û encamên xelatan hatin eşkerekirin. Di festîvalê de derhênerê Japonî, Hirokazu Kore-eda bi fîlmê xwe yê ‘Manbiki Kazoku’ bi ser ket. Lê îdîayên destavêtinê xwe li merasîma xelatdayînê xist.

Xelatên Cannesê gîhiştin xwediyê xwe

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê ya 71´emîn bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Di Festîvala Cannesê ya îsal de filma derhênerê japonî Hirokazu Kore-eda yê bi navê ‘Manbiki Kazoku’ (Karekî Malbatî) bi ser ket û weke baştirîn film hat xelatkirin.

Di festîvalê der herwiha xelata baştirîn lîstikvana jin bi filmê Ayka, Samal Yeslyamova, baştirîn lîstikvanê mêr bi rola xwe ya di filma ‘Dogman’ de aktorê îtalyanî Marcello Fonte wergirt.

Xelata taybet a juriyê derhênerî Lubnanî, Nadine Labakî wergirt. Labakî xelata xwe diyarî zarokên kolanan û penaberan kir. Di dawiya festîvalê de stranbêj String û Shaggy konsertek dan.

Hêjayî gotinê ye ku lîstikvana Awustiryayî, Cate Blanchett serokatiya jûriyê kir. Herwiha di juriyê festîvalê de Chang Chen, Ava DuVernay, Robert Guediguian, Khadja Nin, Lea Seydoux, Kristen Stewart, Denis Villeneuve û Andrey Zvyagintsev cih girtin.

Kê çi xelat wergirt

Xelatên girîng ên Festîvalê Cannesê ya 71emîn wiha ne:

* Palmiye Zer: Hirokazu Kore-eda, (Manbiki Kazoku)

* Xelata Mezin: Spike Lee, (Blackkklansman)

* Kameraya Zêr: Lucas Dhont, (Girl)

* Baştirîn Derhêner: Pawel Pawlikowski, (Cold War)

* Baştirîn lîstikvanê mêr: Marcello Fonte, (Dogman)

* Baştirîn lîstikvana jîn: Samal Yeslyamova, (Ayka)

* Xelata Taybet a Juriyê: Nadine Labaki, (Capharnaüm)

* Baştirîn senaryo: Alice Rohrwacher, (Weke Lazzaro bextewar) ve Nader Saeivar, (Sê Rû)

* Baştirîn Kurtefîlm, Charles Williams, (All These Creatures).

Asia Argento: Li Cannesê wî dest avêt min

Asia Argento di festîvalê de dema ku xelata lîstikvana jin a herî baş dide, axaftineke kir û hevkarî û gunehkariya pîşesaziya filman di tacîz û destavêtina cinsî ya li dijî jinan de derxist pêş. Wê di axaftina xwe de got, “Sala 1997´an Harvey Duvernaz dest avêt min li vir, li Cannesê. hingê ez 21 salî bûm. Ev festîval ji bo wî erdekî nêçîrê bû…

Îşev jî di nava we de ji wan kesan hene ku divê ji ber helwêsta xwe ya li dijî jinan berpirsiyar bên girtin. Ji ber helwêsta ku divê ne beşek ji vê pîşesaziyê û tu cihê din ê kar be. Hûn dizanin hûn li vir in. Ya ji wê jî girîngtir em dizanin hûn li vir in. Û em ê êdî destûrê nedin ku hûn bi van kirinên xwe bê ceza bifilitin.”

 CANNES