
Helwest, rêbaz û dema ku PDK’ê bi serê xwe ji bo misogerkirina desilatdariya xwe di bin perdeya ‘referandûm’ê de bipêş xist di gava yekemîn de bû sedema pêşkêşkirina Kerkûkê ji rêveberiya Bexdayê û koma çete ya bi navê Heşdî Şabî. Bi teşwîqa dewleta Tirk û Îranê, artêşa Iraqê û komên Şiî ya bi piştgiriya Îranê ava bûye Heşdî Şabî referandûma ku PDK’ê bi serê xwe pêk anî xistin hincet û êrişî Kerkûkhe kirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya heta doh sirûd û peyamên ewê heta dawiyê li ber xwe bidin didan fermana vekişînê dane hêzên pêşmerge û Kerkûk pêşkêşî hêzên rejîmê û Heşdî Şabî kirin. Bi veşikîna pêşmergeyan re rêjeyeke mezin a gelê Kerkûkê bajar terikand. Lê belê gerîlayên HPG’ê yên li bajêr tevî kesên dildar ên di nava gel de li hin taxên bejêr xeta parastinê avakirin û li ber xwe dan.
Heta Yekşemê dem dabûn
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê di referandûma 25’ê Îlonê de Kerkûk jî li referandûmê zêde kiribûn bû sedema aloziyeke mezin di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Hikûmeta navendî ya Iraqê ku li dij referandûmê derket bi taybetî nerazîbûn nîşan dabû ku statuya Kerkûkê cuda ye û nabê referandûm lê pêk were. Tevî nerazûbûna Bexda, Tirkiye, Îran û hêzên navneteweyî û rexneyên hêzên Kurd jî PDK’ê di referandûmê de israr kir. Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî heta roja Yekşemê dem dabû rêveberiya Hewlêrê ku ji Kerkûkê vekişin. Piştî dema hatibû destnîşan kirin qediya, Yekşemê êvarî operasyon dane destpêkirin. Qadên başûrê bajêr ku tesîsê petrolê le ne di demeke kurt de ketin destê artêşê û Heşdî Şabî.
Ji Xurmatû dest pê kirin
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî doh saet 02:00’an ji herêma Taze Xurmatû dest bi operasyonê kirin. Piştî vê yekê jî pira Kerkûkê û Xurmatû xistin bin kontrolê. Dema tevgera Artêşê û Heşdî Şabî domdikir de fermana vekişînê ji bo pêşmergeyan hate dayin. Doh di saetê nava rojê de jî Daquq kete destê hêzên hikûmetê.
Kerkûk dagir kirin
Doh derdora saet 11:00’an berê xwe dane navenda bajêr û ji ber ku pêşmerge vekişiyabûn di demeke kin de piraniya bajêr bidest xistin. Noqteyên asayişê û navendên pêşmergeyan ketin destê hêzên hikûmetê û Heşdî Şabî.
Hêzên dewletê û Heşdî Şabî bi ketina bajêr re rêya Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk Silamanî girtin bin kontrolê.
Gelê Kerkûk û Xurmatû ji ber şerê derket bajar terikandin û berê xwe dana navçeya Çemçemal û Silêmaniyê.
Vekişîna pêşmergeyan di nava gelê Kerkûkê de bû sedema nerazîbûnan.
10 pêşmerge şehîd bûn
Berpirsê Ternduristeyê yê Çemçemalê Şêrzad Hesen ragihand ku di şerê derket de 10 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, 41 pêşmerge jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku pêşmergeyên birîndar rakirina nexweşxaneyên Silêmanî û Çemçemalê.
Li cihê Kerîm yekî din
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî têkildarî operasyonê ragihand ku wan ji bo berjewendiyên gelê Kerkûkê ev operasyon pêk aniye. Ebadî wiha axifî: “Me ji hikûmeta herêma Kurdistanê xwest ku nekeve nava hewldanên mîna referandûmê. Me got li dij yekparebûna Iraqê û qanûnên Iraqê dernekevin. Lê belê tevî hemû hişyariyan jî ev yek kirin. Ji bo pêkanîna qanûnan û parastina çavkaniyên me yên neteweyî me ev operasyon pêk anî.“
Ebadî di saetê nîvro de ragihand ku wan kesê bi navê Rakan Elî el Cibûrî yê alîkarê Dr. Necmeddîn Kerîm weke walî wezîfedar kiriye. Her wiha ji bo navçeyan jî qeymeqam hatin dayin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Salaz: Kerkûk teslîmê Bexdayê kirin

Rojnamevan Necmettin Salaz ê li Sêlamiyê dijî destnîşan kir ku di encama peymanên veşartî de Kerkûk teslîmî rejîmê hatiye kirin û got wê encamên vê yekê giran bin. Salaz got, “Kerkûk ne ket, hate keslîm kirin.“ Salaz ku ji televizyona Medya Haber re axifî got, “Kerkûk ne ket, ji Bexdayê re hate pêşkêş kirin“ û destnîşan kir ku ev di encama lihevkirina hikûmeta Başûrê Kurdistanhe û rêveberiya Bexdayê de pêk hatiye. Salaz destnîşan kir ku encama vê yekê wê gelekî giran be û berdel wê werin dayin.
Hemû daxwaziyên wan pere bûn
Salaz ragihand ku li ser daxwaziyên hikûmeta navendî ya ji 6 xalan pêk dihat rêveberiya herêmê 5 xal ên tenê bi daxwazên pere û madî ne pêşkêş kirine û wiha got: “Rêveberiya herêmê 5 xal pêşkêş kirin. Hemû jî li ser pereyan bûn. Derbarê maaş û para ji bûdçeyê bûn.“
Gel hêrs bûye
Rojnamevan Salaz ragihand ku gel li hember kirinên rêveberiya Başûr gelekî bi hêrs e û wiha axifî: “Pêwiste gotineke bi tenê ji pêşmergeyan re neyê kirin. Amîrên vekişiyan û yên fermana vekişînê dan berpirs in. Heger bigotane li ber xwe bidin, axa xwe biparêzin wê peşmergeyan şer bikira. Lê belê rêveberiyê ev yek nekir. Yên li Kerkûkê man û li ber xwe dan çend zarokên dilsozê welatê xwe û gel e.“
HPG’ê têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê notek a agahdarkirinê parve kir. HPG’ê diyar kir ku wê têkildarî rewşa Kerkûkê agahiyên hê berfirehtir wê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bike. Daxuyaniya ji aliyê berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn wiha ye: “Artêşa Iraqê û Hêzên Heşdî Şebî li navenda Kerkûk derdorî wê dest bi êrîşan kirin. Piştî êrîşan û şûnde hêzên pêşmerge yên li herêmê çeperên xwe berdûn û çûn. Piştî vê rewşê, hêzên gerîla li navenda bajêr û derdorî wê xetekeparastinê danî. Cih bi cih li navbera artêşa Iraqê û gerîlayên me de şer derket. Têkildarî mijarê wê di demê pêş de agahiyên hê berfirehtir bi raya giştî re bê parvekirin.”
BEHDÎNAN