Taban Şoreş jineke ciwan a ji Başûrê Kurdistanê ye ku li Londonê dijî. Ji ber Enfalê sala 1986´an tevî malbata xwe pena xwe gihandiye Ingilistanê. Sala 2014´an wê biryar da ku vegere welatê xwe da ku ji jinan re bibe piştek, destek. Bi vê armancê jî wê sala 2016´an weqfek damezrand bi navê The Lotus Flower (Gulçîçeka Nilûferê). Ev weqf alîkariya jin û jinên ciwan ên ku şer û koçberiyê tesîr li wan kiriye.

Ew li 3 navendên xwe yên li 3 kampên cihê yên penaberan li Başûrê Kurdistanê dersên xwendekirina mezinan, bikaranîna kompûterê. Heta niha wan karî alîkariya 7 hezar û 500 jinan bikin.

LONDON