
Çiyayê Lêlûn ya herêma Efrînê bi şûnwar û bircên xwe yên kevnar dewlemend e. Hin ji wan beriya mîladê û hin jî piştî mîladê hatine avakirin. Lê niştecihên vê deverê hemû şûnwaran bi serdemeke dîrokî ve, bi ya Romayiyan ve girê didin, sedema vê ew e ku di serdema desthilatdariya Romayiyan li herêmê gelek avahî hatine avakirin. Di heman demê de gelek nexşeyên li ser dîwar û kevirên şûnwarên herêmê piştrast dikin ku gelek şaristanî li vê herêmê hatine avakirin. Gelo gotinên welatiyan heta kîjan astê rast in.
Di lêvegera dîrokî de, diyar dibe ku hemû aliyên ku desthilatdarî li herêma Çiyayê Lêlûn kirine, hewl didan her tiştên herêmê bi xwe ve girê bidin û hewl dane ku şûnwarên serdemên beriya desthilatdariya xwe tine bikin. Şûnwarên li Çiyayê Lêlûn bi taybet li gundên navçeya Şêrewa diyar dibe ku Romayiya hewl daye şaristaniyên li herêmê bi xwe ve girê bidin, ji ber vê yekê di nava welatiyan de belav bûye ku hemû şûnwarên vê herêmê yên Romayiyan in.
Ne tenê Romayî ye
Bi sedan birc, perestgeh û dêr li vê deverê hene û piştrast dikin ku ev şûnwar ne tenê yên Romayiyan e, lê belê Yewnanî, Mîtanî û Zerdeştî jî hene, ev dever ji gelek çand û şaristaniyan heta dema me ya niha pêk tê.
Dema ku mirov serdana Çiyayê Lêlûn a herêma Efrînê dike rastî gelek şûnwarên cûda tê, her wiha li ser van şûnwaran jî çîn û neqşên cûda yên gelek serdeman hene.
Li gundê Beradê, Bircheyderê û Fafertînê yên navçeya Şêrewa ku li Çiyayê Lêlûn in, gelek birc, dêr û perestgeh hene û li ser wan nexşeyên weke xaçê hatine çêkirin, her wiha şêwazên gilover ên weke rojê hatine neqişandin.
Gelek nîşandeyên van nexşeyan hene, ji bo evan nexşe bêne nasîn em bi pisporê şûnwaran û endamê karkeriya Şûnwaran a kantona Efrînê Selahedîn Sîno re peyivîn.
Roj a li ser bermahiyên dîrokî
Derbarê mijarê de, Sîno destnîşan kir ku şûnwarên Çiyayê Lêlûn vedigerin gelek serdeman û ne tenê girêdayî serdemeke dîrokî ne û wiha peyivî: “Ev Şûnwarên girêdayî gelek serdemên dîrokî ne û gotina welatiyên deverê ku dibêjin, tenê yên Romayî ne, ne rast e. Di salên navbera 232-356’an beriya mîladê de Skenderê Mezin êrîşî vê herêmê kiriye. Romayiyan jî sala 64’an piştî mîladê desthilatdariya vê herêmê kiriye. Li rex van jî Yewnaniyan serweriya herêmê kiriye. Her wiha gelên Arî jî di serdemên kevnar de li vir jiyane.”
Sîno da zanîn ku piraniya nexşeyên li ser van şûnwarên Çiyayê Lêlûn ên rojê ne û axaftina xwe wiha domand: “Roj li ser piraniya dîwaran hatiye neqişandin, ev şûnwar vedigerin bi hezaran salên beriya niha û niştecihên vê herêmê îbadeta rojê dikirin, ji ber ku ronahî û germahiya wê bingeh ji xwe re digirtin. Her wiha roj li gelek herêmên cîhanê pîroz e û bi taybet di nava gelên Arî de, ew jî Kurd û Fars in.” Helbet kulta Mîtra a ku tê de roj dewreke sereke dibîne û tesîra wê di nava eskerên Romayî de jî divê neyê jibîrkirin.
Xaç û cûreyên wan
Li ser dîwarên kevnar gelek cûreyên xaçan jî hene, lê piraniya wan xaçên bi niçikên weke hev in. Sîno girêdayî vê yekê got, “Ev xaç xaçên Mîtaniyan in. Xaça Mîtanî gelekî ji xaça xiristiyanên niha kevintir e û ew li ser pirraniya dîwar, birc û perestgehên çiyayê Lêlûn hatiye nexşandin.”
Sîno got, ti elaqeya vê xaçê bi çanda xiristiyaniyê re tine ye, xaç semboleke cîhanî ye û ne girêdayî dîn yan mezhebekê ye û wiha domand: “Welatiyên Efrînê jî xaçekê li ser eniya zarokên xwe xêz dikin û diyar dikin ku bi vê yekê zarokên wan ji nexweşiyan tên parastin. Nemaze gelek jêder diyar dikin ku xaç tê wateya çar hêmanên pîroz ‘Av, Ba, Agir û Ax”.
Sîno da zanîn ku nivîskar Fîlîp Sêrîng di pirtûka xwe ya bi navê “sembolê huner, dîn û jiyanê” de diyar dike ku gelek cûreyên xaçan hene û ew jî ev in: “xaça bi niçikekî gilover, xaça bi şêwaza gulekê, xaça keşe Andirê, xaça xiristiyanan û xaça lihevbadayî, nemaze xaça nazîzma Elman.”
Sîno di dawiya axaftina xwe de got, “Heger gelên herêmê ne xwedî şaristaniyeke xurt bûna, dê li ser vê erdê tine bibûna, nemaze ji ber êrîş û dagirkeriyên dubare, hemû ji herêmê derketin û tenê gelê resen li cihê xwe ma.”
Tawis û roja Êzîdiyan!
Li gundê Kîmarê yê heman navçeyê jî avahiyeke kevane weke perestgehekê heye û li jora kevaneyê du balindeyên weke teyrê tawis hatine çêkirin û di navbera van balindayan de jî roj hatiye çêkirin û di nîvê rojê de xaçeke bi niçikên weke hev hatiye nexşandin. Me ji Yekîtiya Êzîdiyan pirsî ka ev çi ye. Serokê buroya têkiliyan a girêdayî Yekîtiya Êzîdiyan, Mustefa Şam Nebo got, ev perestgeh perestgeheke Êzîdî ya kevnar e.
Nebo got, ev perestgeh yek ji perestgehên herî kevnar li herêmê ye û dîroka avakirina wê vedigere 1600 sal beriya mîladê. Di salên beriya aloziya Sûriyeyê de, şandeyeke Fransayê ku ji aliyê dîroknas Glencoe ve dihat birêvebirin jî piştrast kir ku ev perestgeh 1600 sal beriya mîladê hatiye avakirin.
Tawisê Êzîdiyan, roja Zerdeştiyan û xaça Mîtaniyan
Şam Nebo derbarê nexşeya li jora perestgehê jî got, “Du tawisên li hemberî hevûdu hene û di nava van tawisan de roj û giloveriya zemînê hatiye çêkirin û di nîvê wê de jî xaçeke bi niçikên weke hev hatiye nexşandin, ew jî xaça Mîtaniyan e.”
Weke tê zanîn teyrê tawis li ba Êzîdiyan pîroz e û weke melaîkeyekê ku wekîlê Xweda li ser erdê ye, tê dîtin. Nexşeya gilover jî giloveriya zemînê nîşan dide, her wiha niçikên weke tîrêjan jî hatine neqişandin ew jî nîşana rojê ye. Welatiyan hingê îbadeta rojê dikir û ew pîroz didîtin.
Li aliyekî din ev xaça Mîtanî gelek nîşanên wê hene, ew nîşana çar hêmanên pîroz dike (Av, Ba, Agir û Ax) her wiha her çar aliyên cîhanê nîşan dide (rojava, rojhilat, bakur û başûr) li aliyekî din jî ev xaç sembola wekheviyê ye.
Serokê buroya têkliyan a girêdayî Yekîtiya Êzîdiyan Mustefa Şam Nebo di dawiya axaftina xwe de got, hemû şaristaniyên li ser vê axê jiyane, hewl didan her tişta herêmê bi xwe ve girê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev herêm di serdemên cûda de rastî êrîş û dagirkeriyê hatiye, hemû aliyan hewl daye ku serweriya xwe li ser vê cografiyayê ferz bikin û her tişta herêmê bi xwe ve girê bidin, lê gelên li ser vê erdê jiyane, mohra xwe hiştin û niha nîşana şaristaniya wan didin.”
NÛRHAT HESEN / ROJNEWS / EFRÎN