
Malbata Aykût a mala wan di qedexeya derketina derve ya li Geverê de hat hilweşandin, bi armanca axa xwe terk nekirin odeyeke malê ji nû ve ava kirine û li wir ji bo jiyanê têdikoşin. Li gundê Mexsûdava ya navçeya Gevera Colemêrgê malbata Aykut li hemberî şert û mercên zivistanê di odeyek de jiyana xwe berdewam dikin. Malbata Aykût a ku mala wan di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê tîmên teybet ve hat xerakirin odeyek malê ji nûve avakirine û 6 kes li vir dijîn. Endamê malbatê Hamza Aykut diyar kir ku li gund pevçûn tûnebûye lê ji gundê ku 120 mal hebûn bi xerakirinê tu mal nemane û wiha got: “Li gundê me ji dibistanê bigire heya mizgeftê tu tişt nehiştine, tevî xerakirine. Niha em di rewşek xerab de dijîn. Lê dîsa em dev ji gundê xwe bernadin. Şert mercên me çiqas zor be jî em li virin.” Aykût anî ziman ku ew bi xwedikirina 5 mihan jiyana xwe berdewam dikin û banga piştgiriyê kir.
COLEMÊRG