Di oxira azadiyê de 7 cangorî

Cenazeyên 7 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Xidir a gundê Ebû Xeşeb ê Cezaayê hatin veşartin.
Welatiyên bajarokê Cezaa û gundên wê cenazeyên şervanên QSD’ê Ehmde Xelef (Şoreş Cezra), Remedan EL-Nasir (Ferat Cezra), Mehmûd EL-Ebdullah(Dehiş), Macid EL-Elî (Şêrgo Cezra), Elî Mihemed (Şocaa Cezra), Husên EL-Emo(Hogir Cezra), Ebdulletîf EL-Ekir(Derxam) ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwaneke ji wesayitan berê xwe dan gundê Ebû Xeşeb.
Li goristanê bi deqeyeke rêzgirinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê merasîm dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û got, bi saya şehîdan û berxwedana wan, dijminê ku kesî nekarîbû li ber bisekine hatiye têkbirin.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî ve hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi dirûşman spartin axê.
