KÛRTAY SERHAT / ANF / BEHDÎNAN


Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG’ê, bîlançoya pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş eşkere kir ku 8’ê Hezîrana 2017’an dest pê kiribû û bi çalakiya fînalê ya li Şemzînanê qediya.

Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG’ê bi rêya cîhaza ragihandinê ji rêveberiyên eyaleta Zagrosê û hêzên herêmê re axivî. Bi navê Fermandariya Herêma Zagrosê endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgîrt axivî û hemû hêzên gerîla yên tevlî pêngavê bûn, ji ber performansa wan a serketî, pîroz kir.


Qonaxa yekemîn a pêngavê

Di axaftina xwe de Malazgîrt got, weke qonaxa yekemîn a pêngavê kemînên li ser rêya Çelê-Colemêrgê, çalakiyên sabotajê yên li Bajêrganê, serdegirtina girên li Şemzînanê û çalakiyên li Govendê û Xapuşkê kiriye ku artêşa Tirk a dagirker derbên giran bixwe û gelek kuştiyan bide û wiha pê de çû: “Artêşa TC ku ji ber çalakiyên xurt ên gerîla derbên giran xwar, roja 6’ê Tîrmehê bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê berê xwe da Qela Bedeve û derdora wê û li vê derê dest bi operasyonê kir. Li hemberî vê operasyona dagirkeriyê ya dijmin, gerîla 26 rojan bi xurtî li ber xwe da û kir ku artêşa Tirk gelek kuştiyan bide. Hêzên dijmin ên gelek kuştî dayî, piştre neçar man vekişin.”


Qonaxa duyemîn ew gêj kirin

Fermanda Amed Malazgîrt bi bîr xist ku qonaxa duyemîn bi 3 çalakiyên sabotajê yên li ser rêya Çelê-Colemêrgê bi dest pê kiriye û wiha peyivî: “Li Şemzînan û Bajêrganê dijmin ber bi eraziyê ve hate kişandin û lê hate xistin. Li dijî alaya Girana ya Rûbarokê bi çekên giran çalakiyên bi bandor hatin kirin, li Çelê jî li hemberî yekîneyên dijmin ên li ser giran û yên rê çêdikirin, çalakiyên xurt hatin kirin.”

Malazgîrt got, Artêşa Tirk li herêmên Oremar, Sumbul, Cîlo yên Colemêrgê û herêmên Adilbeg, Barzan û Xeregol ên Başûrê Kurdistanê di operasyonan de bêhtirî 100 kuştiyî daye û bi bin ketiye û wiha dewam kir: “Herî dawî di çalakiyên hevdem ên li dijî qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta yên Şemzînanê de, çalakiya serdegirtinê ya li dijî nîzamiyeya qereqola Çemanê bû çalakiyên asta herî bilind ên qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş.”

Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de gerîlayên di pêngavê de şehîd bûn bi bîr anîn.


Bîlançoya giran: 1203 eskerên Tirk hatin kuştin

Bîlançoya Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş jî bi vî rengî ye; di encama 424 çalakiyên gerîla de  1203 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 290 hatin birîndarkirin, 40 wesayitên eskerî û zirxî hatin rûxandin, 14 wesayitên ku ji bo çêkirina qereqol û rêyên qereqolan kar dikirin, hatin rûxandin, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, derb li 3 helîkopteran hate xistin.




Gerîlayan 2 kontra kuştin 



Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku li Şirnexê 2 kontra hatine kuştin. 

HPG´ da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de gerîlayan 7’ê Mijdarê êvarê di navbera Şirnex û gundê Avkamasiyan de, bi ser yekîneyeke artêşa Tirk de girtiye. Di çalakiyê de birca çavdêriiyê hedef hatiye girtin, di encama derbên serketî de du kontra li wir hatine kuştin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku 4’ê Mijdarê li Bedlîsê, nêzî gundê Qesrikê de di navbera gerîla û eskerên Tirk de şer qewimiye û di vî şerî de nehatiye tesbît kirin çend ji hêzên dewleta Tirk a dagirker ahtine kuûtin. Di heman şerîê de li gorî agahiya HPG´ê dayî gerîlayek şehîd bûye. HPG´ê nasnameya vî gerîlayî wiha eşkere kir: Bahoz Argeş (Nûrettîn Çeken) ê li Sêrtê ji dayik bûyî.  


ANF/BEHDÎNAN