AMED: Li navçeya Rezan a Amedê jî bi heman armancê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya BDP'ê ya Rezan bernameya bîrozbahiyê hat lidarxistin. Di pirozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Endam û rêveberên BDP'ê nûnerên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER'ê Amade bûn. Girsê di bernameyê de bê naveber siloganên "Bijî serok Apo", "Ey serok rojbûna te pîroz be" berz kirin. Bîrozbahiyê bi fîşekên hewayî bi dawî bû.
MÊRSÎN: Rêxistina BDP'ê Mêrsinê jî bi heman armancê li taxa Şevket Sumerê ya Mêrsînê pîrozbahî pêk anîn. Pîrozbahî li Parka Aştiyê pîrozbahî pêk anî. Di pîrozbahniyê alên PKK, KCK'ê û posterên Ocalan hatin vekirin. Şaredarê Akdenîzê M. Fazıl Turk, bang li her kesî kir û xwest tev li meşa Amara a 4'ê Nîsanê bibin Pîrozbahî bi siloganên "Biji Serok Apo" bi dawî bû.
MÊRDÎN: Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî bi heman armancê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG û Konfederalizmê hatin vekirin. Ciwanan bê navber siloganên "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Ji 7 heta 70 salî tev li şahiyê bûn.
Li vir jî banga tevlêbûna 3Rênîsanê hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN