Gava em li cihekî, li mihrîcanekê yan jî di rojên sînemayan de fîlmên xwe yên sînemayî didin temaşekirin, piştî nîşandanê derdikevin ser dikê, ji bo hevpêyvînê. Li gelek cihan heman pirs hatiye pirsîn; “di çîrokên we de çima serketin nîne, çîrokên serketinê çima nakin film?". Bi rastî, ev pirs pirseke gelek dijwar e ji bo nivîskar û derhêneran... Çi ku gava ji derve lê binêrî, wekî ku hêvî nîne dixuyê. Gava nekevî nava çîrokê, pêşeroj û paşeroja çîrokê baş û kûr nenirxînî, tu dê çirûskên serketinê jî nebînî.

Çi ku serketin, di şerekî de kuştina dijminan û rakirina şûr nîne, ev yek şêwe û nêrîna cehaletê ye. Ev yek, tarza Battalê Gazî ya sînemagerên Tirk ên nezan û nijadperestan e. Ku bi dehan sal, ew fîlm çêkirin û rayî ciwanan kirin. (Ez bixwe jî wê çaxê di nav wan ciwanan de bûm) Ji bo ku tevahiya civak û nexasim jî ciwaniyeke nezan şîn be, ew çîrok belav kirin. Da ku ew ciwan nefikirin, nepirsin, lêpirsînan nekin, ne bi xwe, bi marîfeta kesên din, bicoşin, hema tenê bicoşin, bi hestên hewayî ve bijîn, bi aqil û hişmendiyê ve şik nekin, guman nekin, tenê bi qehremantiyên nifşekî, bi talankeriyê biperçifin, bifirin ezmanî… Ji bo van yekan, ew çîrok hatin nivîsîn û wek narkotîkên bêhişker jî di demarên ciwanan re şûşikandin.

Lê di rastiyê de serketin, serketina nîşandayîn û xuyandina kesayetê ye… Sekneke bi sekna însanetiyê ye... Serketin û hêvî bi insanan heye û dive însanî be. Rêjeya serketina mirov bi jiyanê tê wezinandin. Gava encama şêwaza te, tarza te, sekna te, çalakî û nêrîna te, emel û tevgera te ji bo mirov û mirovatiyê jiyanê nede pêş, bi pêş ve nebe, bêhn û nefesa jiyanê veneke, kezeba nefesê fireh neke, meydana jiyanê veneke, meydanên nû neafirîne, birînan derman neke, kotîtiyê neke der û başbûyînê bi pêş ve nebe, ne xwedî exlaq û wijdan be, wê demê serketina te, ya rastî, binketin e, dîsa jî haya te jê nîne. 

Trajediya siyaseta Tirkiyê ya îroyîn jî ev e. Çi ku filmên Battal Gazî, dayika wan bixwe ye. Ewan, şîrên xwe ji pêsîrên wan çîrokan mişt û wisa mezin bûne. Civaknasiya van siyasetmedarên desthilatdar, li ser vê rastiyê saz bûye. Sazûmaniya van, tekiliya van, rêz û dîdariya van, di encamê de şêwe û ruhiyeta tevgerê van li ser vê rêçê dimeşe û her wisa diçe dawiyê. 

Ji ber vê yekê, ew ê ku her çi ji xwe re serketin dibînin, ew tişt ji bo civakê, ji bo welatiyan, ji bo wan bixwe jî têkçûyîn e. Di pişta têkçûyîna wan de çand û kewneşopiyeke bi vî rengî dij, tim û tim bêhna berdide ser patika wan a pehn. 

Doh, hemû dunyayê dît. Ji bo ku li beranberî tekoşîna gelên serîrakirî jiyana desthilatdariyên xwe pîçekî dîsa dirêj bikin, bidomînin, sosreteke çawa derxistin holê û dan xuyakirin. Însan lê dinêre diêşe. Li ser nave însanetiyê êşeke zirav û şermeke sor tê li ser rûçikê însan rûdinê. Lê çare nîne, çi ku di pişta têkçûyîna wan de çand û kewneşopiyeke qewîn heye û jixwe armanceke ji armancên şoreşêew e ku ev kewneşopî bixwe ji holê were rakirin.