Radyoya ‘Spûtnîk Kurdistan’ ya radyoya navneteweyi 13 Nîsanê bi formatekî nû dest bi weşanê dike. Radyoya Spûtnîk Kurdîstan heta niha bi navê “Dengê Rusya”  bi awayekî fermî ya dewletê ji 2008’an ve weşana xwe didomand. Di sala 2014’de radyoya ‘Dengê Rusya’ û ajansa ‘RIA Novosti’, her du jî saziyên dewletê bûn, bûn yek û ajansa navneteweyî ‘Rûsya îro’ hat damezrandin. Di nav vê ajansê de êdî bernameyên radyoyî bi navê ‘Sputnîk’ vê were weşandin. 

Radyo ‘Dengê Rûsya’ saziyêke fermî ya dewletê ye. 29’ê Cotmehê 1929’an de li Moskov hatiye avakirin, armanca radyo her çiqas pêşî belavkirina îdeoliya Sovyetan bi jî, piştre ji aliyê sîyasî, civakî, çandî jî hin armancan daniye peşiya xwe. Pêşî bi zimanê biyanî Almanî bûye, paşê jî Îngîlizî, Fransizî û Îtalyanî jî lê hatine zêdekirin. Niha di ‘Spûtnîk’ de  nêzî bi 40 zimanan weşanê tên kirin.Hejmara zimanê ‘Dengê Rûsya’ demekî gihiştiye 80’yî. 


Pêşketinên li Kurdistanê radigihîne

Di 2008’an de bi biryara rêveberiya radyoyê, zimanê Kurdî jî dikeve rêza zimanan.’Spûtnîk  Kurdistan’ tenê bi zaravayê Kurmancî weşanê dike. Naveroka bernameyên radyoyê bi giranî bûyerên siyasî, civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha bûyerên li  Rojhilata Navîn û cîhanê diqewime pêktên. Rojeva Rûsya û siyaseta navneteweyî de cihê Rûsya jî her wiha di radyo de wek mijar cîhê xwe digirin.

Edîtorê radyoyê Kamîz Şeddadî ye. Şeddadî derbarê radyoyê de wiha dibêje: “Ofîsa me li Moskowê ye. Ez wekî edîtor kar dikim di radyoyê de. Di ekîba me de ev heval cih digirin;  Bayram Şeker (peyamnêr, pêşkêvan), Fîncana Bedir, Karîna Fetî, Kulîlka Neço, Şalîko Bêkes (pêşkêşvan), Ehmed Îbrahîm (werger û nûçegîhan).  Şîrovegerekî Rûs Vadîm Makarenko rojane li ser pêşveçûnên li Kurdistanê gotar-analîz dinivîse, ew jî tên wergerkirin û weşandin.”

Her wiha Şeddadî diyar dike ku li Kurdistanê jî peyamnêran wan heye û geşedanên welêt jî dişopînin û got: “ Li sê parçeyên Kurdistanê peyamnêrên me hene li Başûr Osman Başqalî, li Bakûr Gulnûş Ergul, li Rojava jî Sûltan Tamo bi rojane li ser pêşveçûnên sîyasî, civakî û hevpeyvînan dişînin. 

Wekî din, li ser bûyerên lezgîn û giring mêvanên me ji Kurdistanê  jî bi riya telefonê beşdarî bernameyan dibin.”


Bernameyên jiyan û pirsgirêken Kurdên dîasporayê 

Di radyoyê de du bernamên taybet jê hene, ev her du bernamê gelekî tên guhdarkirin û der haqê pirsgirêk û jiyana Kurdên dîasporayê dihundirîne. Edîtorê Radyoyê di naverok û demjimêra radyoyê de wiha axivî: “Du bernameyên taybet hene di weşana me de. Yek ‘Tu bi xêr hatî’ bi pêşkêşvaniya Karîna Fetî  bi giranî kesayetên navdar ên ji diyasporayê dike mêvanê xwe. Bernameya ‘Dûrî ji Welêt’ jî bi pêşkêşvaniya Kulîlka Neço zêdetir destkeft û pirsgirêkên  dîasporayê, peywendiyên di navbera dîaspora û Kurdistanê de ji xwe re dike mijar. 

Weşana me ne zindî ye. Her roj saetekê ye. Êvarê li gor dema Moskowê  demjimêr 19.00 bi riya satalaytê  tê weşandin. Her weha li ser înternetê jî  tê guhdarîkirin.”


‘Ji bo statuya Kurdî girîng e’

Şeddadî bi lêv dike ku ‘Dengê Rûsya’ heşt sala di nava weşangeriya Kurdî de cihê xwe girt û ‘Spûtnîk Kurdîstan’ jî wê heman awayî weşana xwe bidomîne. Herî dawî Şeddadî bi bîr xist ku piştî ‘Dengê Amerîkayê’, li tevaya cîhanê, ew duyemîn in weşanên navneteweyî dikin û li ser girîngiya radyoyê got: “Rast e, li hin welatên Ewrûpayê jî bi zimanê Kurdî weşanên lokal hene. Lê belê ‘Rûsya Îro’ wekî  Ajansekî Navneteweyî  yekane ajanse ku di nava 40 zimanan de cih daye zimanê Kurdî jî. Ev yek jî, ji bo nasandina zimanê Kurdî û wergirtina statuyeke fermî di asta cîhanê de ji bo zimanê Kurdî pir giring e. “


ÎBRAHÎM BULAK /FRANKFURT