Xwendekara zanîngehê Rojbîn Yaman ku ji Wargeha Penabar a Şehîd Rûstem ji bo ku biçe dibistanê diçû Hewlêrê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê tankerekî gazê dem paş de dihat li Yaman qelîbî. Piştî Yaman birîndar bû ji aliyê hevalên wê ve rakirin nexweşxaneyê û di rê de jiyana xwe ji dest da.
Yaman li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Seleheddîn di pola duyemîn de dixwend. Yaman ji gundê Ripin a navçeya Qilabanê ya Şirnexê bû û di sala 1994’an de li penaberiyê hate dinê. Li gorî agahiyan ajokarê wesayîtê ji aliyê hêzên polîsan ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku cenazeyê Yaman ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi wargehê ve bi rê xistin.
HEWLÊR