Hemû şoreşên cihanê di nava bêderfetî, li ser hêvî û biryara çend kesan, yan jî bi serhildanên ciwanan destpê kiriye. Bi giranî tiştên hatine sêwirandin û pilankirin bi binketinên mezin re rû bi rû mane. Lê ev binketin, yan jî têkçûn tim bûne bingehê serketinên mezin. 

Berxwedanên zîndanan yên salên 1980-1982 di demekê de ku hemû hêvî hatibû şikandin, piraniya siyasetên bi nav û deng hatibûn perçiqandin û teslîm girtin, bi vîneke pola berz bûbû. Qelemên bi nav û deng yên çapemeniya dagirkeran nivîsên têkçûn û qerfî li ser berxwedanê dinivîsîn.  Kom û komikên qaşo kurdewar jî bi zimanê van qelemên dijmin nêzîkê van berxwedanan bûbûn.

Dema 15 Tebaxê 1984 de guleya yekem li Erûhê hat teqandinê jî tenê çend komên piçûk hebûn, bi tevahî bêderfet bûn. Hêviya azadiyê hê di bin axê de bû. Dagirkerên Tirk bi hêza xwe ya yek mîlyonî derket nêçîra yekîneyeke ji deh pazdeh kesan. Qelemşorên dagikeran temenê 24 saetan birîn û çîrokên çeteyan nivîsîn. Heman kom û komikên kurdewar, heman pîpika zurneyên qelemşorên dagirkeran bi kar anîn. Çîrokên wêrankirinê û terorîzmê nivîsîn û karê dijmin hêsan kirin:

Serhildanên gel û ciwanan yên li pişt barîkatên li tax û kolanên bajaran jî di nava bêderfetî û bê amadekariyên mezin de dest pê kir. Dagirkeran hemû deng bi afyona nijadperestî birîbûn. Cihan ji bo berjewendiyên xwe ker û lal bû, dagirkerên Tirk bi hemû hovitiya dîroka xwe, teknîka heyî, hêzên paramîlîter, DAIŞ´î, Elnusrayên hovên çolistanê bi tevê cehşan bi kar anîn, lê bi mehan nekanîn li hemberên mistek ciwanên bi teknîkeke melûl bi ser kevin. Dewleteke xwedan artêşeke mezin rezîl û riswa bû. Di rastiyê de binketin ev e.

Dagirker dixwazin vê wek serketina xwe û binketina Tevgera azadiyê bifiroşe, lema çapemeniya xwe kiriye nava tevgerê ku Tevgera Azadî wek sebeba şer nîşan bidin, bi vî awayî pêşî li bertekên li welatê xwe, hin derdorên Kurd û saziyên navnetewî bigirin. Li gel wê bi çapemeniya xwe bangaşiyeke li ser derewan dimeşîne û her tiştî belovajî dike. Wendahiyên xwe û têkçûna xwe vedişêre. Vê jî bes nabînin ji bo guman afirandinê, li gel qelemşorên çapemeniya xwe, bi kurdên qaşo rewşenbîr, siyasetmedar û nizam çi didin nivîsandin û tehlîlkirin ku qaşo Tevgera Azadî binkeftiye, xwedîgiravî hevkarê dewletê ye, bi dewletê re dixebite, daku bajarên kurdan xira bike û kurdan bidin kuştin ku dewleta dagirker bigihîje armanca xwe. Jixwe hin derdorên navborî ji vê re amade bûn.

Me di destpêkê de gotibû, şoreş di nava bêderfetîyan û di rewşên bê dem de destpêdikin. Lê tîr û gavên bê dem tên avêtin bi binketinan jî biqedin, rêya hevgirtin, şiyarbûn, azmûn bidestxistin, kemilandin û serketinan vedikin. 

Ma kîjan berxwedanên bindestan di destpêkê de bi serketinan gihîştin vê roja me? Efsaneya Spartakus herkes dizane, bi binkeftin û kuştineke hovane bi dawî bû. Lî karlêka wê ta vê roja me hat. Barîkatên di navbera salên 1830-1871´an de li Parîsê jî bi binketinê gihîşt encamê. Lê hetanê vê roja me wek şiyarên şoreşê mane. Mînaka herî balkêş jî serhildanên di sala 1905´an de li Rûsyayê ne, ku bi binketineke xwînîn têk çûbû. Menşevîkan ev wek çekeke bêkêr li dij Bolşevîkan bi kar anîbû. Lê şoreşa 17´ê Cotmehê li ser vê binketinê bilind bûbû.

Dîroka Başûrê Kurdistanê jî bi serhildanên bi xwînîn û têkçûna serhildanan dagirtîye. Mînak; binketina sala 1975, 1988 (Helepçe, Enfal). Dîsa mirov dikane bibêje şoreşa Rojava jî li ser hîmê serhildana 12´ê Adarê bilind bûye, ku ew jî bi xwînîn têk çûbû.

Barîkatên 1844´an li Varşova, yê li dij dîktatoriya Franco li Spanya, barîkatên li Meksîkayê, yên Petersbûrgê, Pragê tev de bi xwînîn qedyan. Lê bûn bingehê şoreşan. Cûdahî ev e: a) Desthilatdarên wir ne hovên çolistana Taklamakanên bi mêjiyê çolistana Ereban bûn. b) Li wan welatan ji bo serketina dagirkeran bi gel bide pejirandin "Kurd aydini" û "kurdewarên xwebaqil" ên li ser bendên dagirkeran dilîstin, tunebûn.

Mirov û komên bi saya dij-PKKyîbûnê di bin siya RTE-AKP´ê de pal avêtine Enqerê, yan jî bûnin Kurd Aydini bi awayekî bêşerm di paş perdeya înternetê de postên qehremaniyê avêtinin ser milên xwe, bi awayeke bê heya bi qelemşorên Tirkên nijadperest re bûnin yek û bi herîavêtinê êriş dikin. 

Şoreşa li ser serhildanên bajaran berz dibe, dê rûçikên wan ên wek rijikê reş li ber çavan raxîne. Divê gelê me jî vê rastiyê bizane û bi wan nexape.