Li gorî nûçeya Siyamend Brim a di Kurdistan 24´ê de şêwekara ji Rojava ya ciwan, Lorîn Elî ji bo resmçêkirinê dibêje, “Hunermend naxe bala xwe ka wê biresimîne yan ew hunermend e û divê tiştekî biresimîne. Ew ji xweza, behre û heza xwe diresimîne, ji ber wê dema pêwîstiya wê/wî heye, ew dixwaze hest û îfadeyên ji hinava xwe derxe û li ser tabloyê raxe.”

Lorîn Elî sala 1986´an li Girkê Legê ji dayik bûye, sala 2018´an ji peymangeha Amadekirina Mamosteyan a beşa Şêwekariyê ya Hesekê derçûye. Demekê li Başûrê Kurdistanê maye û piştre koçberî Elmanyayê bûye.

Pêşangeheke karîkatûrê ya şexsê wê li Akrê û pêşangehên şêwekariyê yên şexsê wê li Hewlêr û Barzanê bi berhemên wê bin jî ew beşdarî gelek pêşangehên li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Elmanya, Brîtanya, Awusturya û Fransayê jî bûye.

Li ser mijarên tabloyên xwe û hilbijartina rengan Lorîn Elî dibêje: “Destpêkê li gorî mijarê rengên xwe datînim, lê hilbijartina rengan li gorî hest û arezûya wê demê dibe, hema li gorî kêlîka ku tê de me rengên xwe li ser tabloyê datînim. Dema diresimînim jî ji cîhanê û ji her tiştekî rizgar dibim.”

Li ser koçberiya xwe jî Lorîn Elî dibêje, “Li gorî min, em (hunermend) her dem di rewşa koçberiya xweber de ne. Em di rengekî yan tabloyekê de li xwe digerin. Mayîna min li Ewrûpayê derfetek ji min re çêkir da ku civak, huner û hunermendên ji welatên cuda nas bikim.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN