Serpêhatiya Koma Wetan di sala 1973'yan de bi saya 4 ciwanên Kurd ên ku bi muzîkê re mijûl bûn dest pê kir. Ev her çar ciwan ji komên muzîkê yên ciwanên rojava jî bi bandor bûbûn, lê belê ji xwe bi bayê şoreşa ciwanan a Gulana 1968'an di nav ciwanên hemû cîhanê de li hemberî pergalan bertekek, kîn û hêrsek jî hebû, ango ciwan di nav lêgerînekê de bûn. Mirov dikare bêje ku Koma Wetan lihevkombûna van hest û dilînan e.
Koma Wetan di salên 1970'yî de di bin bandora Jîmî Hendrix û Deep Purple de mabû, dê ev bandor bi komê serdemeke nû di muzîka Kurdî de vebikira. Kerem Gerdenzerî diyar kir ku ew ligel ku stranên biyanî guhdar dikrin jî dîsa jî xwestine aliyyeke wan a resen hebe û ji bo vê yekê jî ji gelek helbestvanên Kurd jî sûdê wergirtine û wiha axivî: "Me ji helbestên Mikaili Reşît, Karlini Çaçan, Aliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latîfî Husret stranên xwe çêdikir û ew helbest bûn jêderka edebî a rocka Kurdî ya modern."
Xebatên yekem
Kerem Gerdenzerî diyar kir ku salên 1970'yî zêde derfetên wekî îro jî nebûne lê ew dîsa jî xebatên xwe yên muzîkê bir êk û pêk domandine û wê pêvajoyê wiha vegot: "Me wan salan jî geek dixebitî derdiket televîzyonan. Wan deman kaset jî tune bûn me plakan derdixist. Me li Studyoya Lapîbaş ku wê hingê melodîbû li Sovyetê xebatên xwe dikir. Teknîkê wan amerîkî bû û estrumanên me jî amerîkî bûn. Me xebata xwe wiha dimeşand. "
Pîrê rocka Kurdî Kerem Gerdenzerî kêmasiyên di muzîka kurdî de wiha anî ziman: "Diviya ku gelek komên me û hunermendên me yên ku di warê rockê, blues, rap, hip hopê de hebûna lê em lê dinêrin ji bilê çend koman kesek tune ye. Niha iro roj mirov dikare bes çend kom û hunermendên wekî Koma Rewşen, Koma Çarnewa, Koma Siya Şevê, Koma Ferec, Rojan Berken, Artîn, Mirady, Jan Axîn, Koma Teq û Req û çendin din bihejmêre, lê divê ku di nava vê 40 salê de bi sedan kom û hunermend tarz û şêweyên cuda bixebitiyana da ku muzka Kurdî dewlemendtir bibûya." Gerdenzerî anî ziman ku ji bo di pêşerojê de ev tişt neyê serê muzîka Kurdî û pêşketineke çêbibe divê ji niha ve zarok werin perwerdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez lê dinêrim dema zarok diçin kurs û atolyeyan ji bo hînbûna estrumanekê radikin, tembûr, bilûr, erbaneyan, lê ligel wê estrumanên modern hîn nabin divê ku ew hînî saksafonan, rumbayan, gîtaran, bataran hîn bibin û bi wan jî muzîkê çêbikin."
REMEZAN OLÇEN / DÎHA/AMED