XALID EL-CUMA / EHMED SEMÎNR / ANHA / QAMIŞLO
Îro 27‘ê Adarê ye ku weke Roja Şanoyê ya Navneteweyî jî tê zanîn. Her sal vî çaxî, li Rojava, Mihrîcana Şanoyê ya Yekta Herekol tê lidarxistin. Îsal 4´êmîna vê mihrîcanê li Qamişlo dest pê kir. Li ser mihrîcanê û dewra şanoyê li Rojava Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Huner ya herêma Cizîrê, Ehmed Çetelê ji me re peyivî. Wî got, ev roj ji bo wan cihekê girîng û taybet e û ji ber wê jî vê mihrîcanê di vê rojê de didin destpêkirin. Şoreşger Yekta Herekol ê ku mihrîcan li ser navê wî tê lidaristin, di sala 2004‘an de ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê yên li hemberî çand û hunerê herêmê, piştî lîstina şanoyekê, bedena xwe dabû ber agir.
Şanogeh tine bûn lê şano hebû
Ehmed Çetelê di derbarê şanoyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şanoya Kurdî jî got, “Şanoya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek astengiyan hat, ji ber ku rejîma Sûriyê li pêşiya çand û hunerê Kurdî dibû kelem. Gelê herêmê tevî siyasetên rejîmê, xebatên şanogeriyê ranewestandin. Gelek komên şanoyê bi awayekî veşartî ava kirin. Lê tenê şanoyên kurt bûn û di pîrozbahiyên mîna Newrozê de dihatin pêşkêşkirin. Di wê demê de ti şanogeh tine bûn.”
Şano hemû huneran dihewîne
Ehmed Çetelê bal kişand ser pêşketinên di warê şanogeriyê de yên piştî şoreşa 19‘ê Tîrmehê û got: “Bi pêvajoya şoreşê re ronesansek di warê çandî û hunerî de çêbû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derfetên vekirina saziyên çandî û hunerî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan avakirin.”
Çetelê li ser girîngiya şano yê jî wiha axivî: “Şano xwediyê hemû huneran e. Gelek wateyên xwe hene û di nav gel de cihekî wê yê taybet heye. Bi rêya berhemên xwe yên şanogeriyê, em hewl didin civakeke azad û zane ava bikin. Şano neynika civakê ye, bi şanoyê rexne û rexnedayîn tê kirin. Her wiha rewşa civakê bi rêbazeke komîk tê vegotin û çawaniya li pey xwe hiştina şaşîtiyan tê destnîşankirin.”
Şano zimanekî cihanê ye
Ehmed Çetelê di dawiya axaftina xwe de got, “Şano zimanekî cihanê ye, her kes bi zimanê xwe pêşkêş dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji bo bipêşxistina şanogeriyê dixebitin. Îsal jî dê Roja Şanoyê ya Cihanî bi beşdariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pîrozkirin.”
Tê payîn ku Komîna Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarbûna hemû komên şanoyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li 4‘emîn Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo misoger bike.