
Bi munasebeta 4’ê Nîsanê kampanyeyek li ser tora civakî tê lidar xistin
Gelek çalakvan û rojnamegerên her çar parçeyên Kurdistanê bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan profîlên malperên xwe dikin wêneyê Ocalan. Her wiya çalakvanan diyar kirin ku ew li gel hatina roja rojbûna Ocalan daxwaza azadiya Ocalan dikin ku ev 18 sale di girtîgehê deye.
Çalakvan û rojnamegeran destnîşan kirin ku felsefeya Ocalan ya netewî û demokrasiye, jiyana hevbeş û birayetî ya hemû gelan bingeh digre û gotin; “Bi hatina 4’ê Nîsanê re emê wêneyê profîlên malperên xwe yên tora civakî bikin wêneyê Birêz Ocalan. Em daxwaz ji berpirsên torên civakî dikin ku ji bo girtin û rakirina wêneyên Birêz Ocalan, nekevin bin zextên siyasî yên Tirkiyê.”
HEWLÊR