Platforma Em ê Cinayetên li Dijî Jinê Bidin Rawestandin, li Şaxa TMMOB'ê ya Stenbolê têkildarî tundiya li dijî jinê û cinayetên jinê yên sala 2011'an civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de ligel endamê platformê, bavê Gulay Yaşar a hate qetilkirin Duran Yaşar û xwîşka Zeynep Yilmaz a hate qetilkirin Gullu Yilmaz jî tevlî bû. Di salona civînê de pankrata "Em rastiyan dizanin û aşkera dikin" hate daliqandin.Li navê platformê Tuba Gumuş, anî ziman ku di sala 2011'an de bûyerên TUNDIYÊ yên li dijî jinan ên kuştinê gelek zêde bûn e û wiha got: "Di civakê de li dijî cinayetên jinan bihestiyarî gelek kêm e. Ji ber ku tedbîrên dewlet digire jî gelek bêbandor in cinayetên jinan zêde dibin. Werin em bi hev re rastiyan aşkera bikin û bi hev re dest danîn ser rastiyan".
Gumuş, da znaîn ku pergala dewletê ya dadê û pergala zilam a desthiladar dengê dadê qut kir. Gumuş, da zanîn ku di nava sala 2011'an de 160 jin ji aliyê "zilamên herî nêzî wan ve" hatin qetilkirin. Gumuş, destnîşan kir ku li gorî daneyên kom kirin 62 jin di nava malbatê de hatin kuştin.
Nayên parastin
Gumuş, bilêv kir ku di salên dawî de jinên xwe di nava talukê de dibînin serî li dewletê dikin û wiha axivî: "Dewletê ji sedî 73 jinên serî li wan dan neparastin û jin hatin qetilkiirn. Di sala 2011'an de 610 jin rastî tacîza zayendî hatin. 179 jin rastî tecawizê hatin. 70 jinan xwe kuştin. Di sala dawî de mirina jinên di nava malê de bêpere dixebitin zêde bûn e. 51 jinên tu ewlehiya wan tuneyî û ji aliyê dewletê ve nayên nasin jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehên Tirkiyeyê tije parêzer û rojnameger in. Di sala 2011'an de hejmara jinên hatin girtin zêde bûn."
Bavê Gulay Yaşar Duran Yaşar û Xwîşka Zeynep Yilmaz Gullu Yilmaz jî axivî. Duran Yaşar, diyar kir ku ew li benda 2'yemîn danişîna dê di 28'ê sibata 2012'an de ne. Gullu Yilmaz jî diyar kir ku cinayetên jina bi plansazî pek tên.
ANF/ENQERE
Recm wergerandin darvekirinê
Piştî ku Îranê cezeyê recmê yê li ser Sakîne Aşitiyanî rakir, vê carê jî cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Hate ragihandin ku pişî biryara recmkirina Sakîne Aşitiyanî ya ku bi hinceta zina kiriye hatiye girtin, hate betalkirin û niha jî cezayê darvekirina wê hate rojevê.
Sakîne ji sala 2006 ve di girtîgehek a eyaleta Azerbeycana Îranê de tê ragirtin. Ji ber nerazîbûnên navneteweyî yên li hemberî recimandina Sakîneyê, rayedarên Îranê neçar man ku biryarê di ber çavan re derbas bike.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, dibe rayedarên girtîgeha Tebrîzê dane diyarkirin ku dibe Sakîne bê bidarvekirin.
Rojnameyê da diyarkirin ku rayedarên Îranê der barê Sakîneyê de agahiyên ji hev nagirin didin.
Rojnameyê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad îdîayên ku dibêjin Sakîneya 44 salî bi remcê hatiye cezakirin, derewand. Rêberê olî şêwirmendên Xameney jî diyar dikin ku dibe Sakîne were efûkirin.
ANF/TEHRAN