Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê bi wesîleya Hefteya Mafê Mirovan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka HDP’ê Alokmen Uyanik axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên jinan û zarokan.
Parlamenter Tosun daxuyanî xwend û da zanîn ku sala 2019’an salek welê bû ku tê de cînayetên jinan û mafên wan hat binpêkirin û di 11 mehên 2019’an de 305 jin ji ber tundiya zilaman hatin kuştin û herî kêm 46 jin jî bûn mexdûrê destavêtinê, 204 jin hatine tacîzkirin û tundî li 556 hatiye kirin. Tosûn got li gorî daneyên fermî tundî li deh hezaran jinan hatiye kirin û hejmara jinên ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane zêdetir in. Tosûn diyar kir ku mirov bi mafên xwe mirov in û ew ê dest ji têkoşîna parastina mafê mirovan bernedin.
MA/AMED