Salek di ser serhildana gelê Sûriyeyê re derbas bû lê hê jî çareseriyeke siyasî nayê xuyakirin û hemû hewldanên Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ereban û ambargoyên welatê Rojava nikaribûn çareseriyeke siyasî peyda bikin an jî pêşî li tundî û kuştinê bigirin.
Wiha xuyaye ku artêşa Sûriyeyê ya alîgirê Beşar Esad di van rojên dawî de û piştî operasyonên mezin dikaribû ku çekdarên muxalif ji deverên kul ê bicih bûne û bajaran derxîne. Niha derdora 130 tangan derdora Derayê dorpêç kiriye.
Li gorî çalakvanekî ku tevli kanaleke televizyonê bû û xwe wekî Bavê Muhemed da naskirin got ku artêşa Sûriyeyê bi tang, top û fuzeyan bajarê Derayê daye ber xwe û gelek malên vî bajarî jî wekî yên Humsê bûne hedefa tang û topên artêşa Esad.
Wekî tê zanîn bajarê Derayê bajarê yekemîn bû ku serê xwe li dijî rejîma Sûriyeyê hilda û dest bi xwepêşandanan kir. Serhildana bajarê Derayê bi nivîsa zarokan a li ser dîwarên bajêr û girtina zarokan dest pê kir. Zarokên ku nivîs li dijî rejîmê li ser dîwaran nivisandibûn hatin girtin û işkenceyeke hovane li waqn hate kirin lewre jî serhildana vî bajarî bi nerazîbûna xelkên bajêr a li dijî wê işkenceyê dest pê kir.
Rola jinê
Jina sûrî ji destpêka vê şoreşê de bi rengekî çalak tevli serhildan û meşan bû. Li bajarê Şamê û di destpêka xwepêşandanan de komeke jin xwestin bi rengekî bê deng bimeşin lêh êzên ewlekariyê gelek ji wan girtin binçavan. Li bajarê Derayê jî di destpêka serhildanê de dîsa jinên ku zarokên wan hatibûn girtin xwepêşandanek li bajêr lidarxistin û di destwerdanê de dîsa gelek jin hatin girtin.
Hin jinên sûrî ku wekî çalakger navê wan di serhildanê de berz bû jî hene wekî Tel El Melûhî ku heta niha girtiye, wekî çalagera siyasî Suhêr el Etasî ku di rêveberiya heyeta kordinasyona şoreşa Sûriyeyê de ye û di piraniya meş û serhildanên ku serê salekê lidar dikevin jin jî roleke girîng dilîze û bi taybetî li bajarên Kurdan di hemû meş û serhildanan de jin jî cihê xwe di nava serhildanê de digirin.
Kuştina ciwanên Kurd
Di nava artêşa Sûriyeyê de bi salane ku ciwanên Kurd ên leşkeriyê dikin tên kuştin û hemû kuştinan wekî qezayan didin nîşandan. Di van salên dawî de derdora 50 ciwanên Kurd bi şêwazekî sîstematîk bi vî rengî hatine kuştin. Piştî ku serhildana gelê gelê Sûriyeyê dest pê kir kuştina ciwanên Kurd jî zêdetir bû. Bi taybetî di van rojên dawî de ku operasyonên dijwar li Hums, Idlib û Derayê çêbûn dîsa tê gotin ku 3 ciwanên Kurd ên ku leşkeriya wan li ber qedandinê bû hatine kuştin.
Piştî salekê
Di salvegera serhildana Sûriyeyê de artêşa Sûriyeyê bi zanebûn operasyonên xwe yên li dijî serhildana gelê Sûriyeyê zêde kir û xwest ku di vê salvegerê de derbeyeke mezin li muxalefeta çekdar jî bide da ku çavê gel bitirsîne û kontrola xwe ya kul i hin bajaran winda kiriye vegerîne destê xwe.
Dema mirov bala xwe bide encama salekê ya vê serhildanê mirov dibîne ku di warê siyasî de tu pêşketin çênebûne û ew gavên ku rejîma Sûriyeyê wekî reform binav dike tenê mane guhertinên şeklî û ji alî gelê Sûriyeyê ve nehatine qebûlkirin.
Her wiha hemû hewldanên dîplomasî jî biser neketine. Lê tiştê herî girîng di vê serhildanê de piştî 40 salan ji zilm û zor û desthilatdariya b idarê zorê gel êdî dîwarê tirsê şikand û bi girseyî li seranserê Sûriyeyê derdikeve kolanan.
ŞAM
Komeke din a muxalifan hate sazkirin
Li Stenbolê komek ji muxalîfên Sûriyeyî sazkirina pêkhateya xwe ya di bin navê ‘Eniya Rizgarî û Vesaziyê’ de îlan kirin. Perçebûna di nava Konseya Sûriyeyê de jî her ku diçe kûrtir dibe.
Dê di 2’ê nîsanê de, Civîna Dostên Sûriyeyê li Tirkiyeyê bi beşdariya gelek wetalan bê lidarxistin. Lê beriya vê civînê komek nû ya muxalîfên Sûriyeyê derket holê.
Her ku diçe perçebûna di nava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de zêdetir dibe, li gor hin kesên nêzîkê vê konseyê, dibe kesên îstîfa kirine, konseyeke nû saz bikin. Li aliyeke din jî li Stenbolê Li Stenbolê komek ji muxalîfên Sûriyeyî sazkirina pêkhateya xwe ya di bin navê ‘Eniya Rizgarî û Vesaziyê’ de îlan kirin. Newaf el Beşîr ê ji eşîreta Bekara serokatiya wê dike.
Ev pêkhateya nû li rastî nerazîbûnên tund ên Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê hatin. El Beşîr jî bang li hemû muxalîfan kir ku di nava pêkhateya wana de cih bigirin û xwest piştgiriya ji bo Artêşa Azad a Sûriyeyê jî zêdetir bikin.